Meclisa Jinên Sûriyê biryara 1325 nîqaş kirin

Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca nîqaşkirina Biryara Meclisa Ewlehiyê 1325 ya der barê 'Jin, ewlehî û aşîtiyê' de, li Qamişloyê panelek lidar xist.

Qamişlo- Meclisa Jinên Sûriyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo a Herêma Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser biryara Meclisa Ewlehiyê a derbarê 'Jin, ewlehî û aşîtiyê' de ku 31'ê Cotmeha sala 2000'an li ser bingehê beşdarbûna jinan di pêvajoyên biryargirtin û aşîtiyê de tedbîrên pêwîst bigrin hatiye derxistin, panêlek lidar xist. Di panêlê de nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, partiyên syasî, rêxistinên sivîl, hevserokên jin yên komunan û kesayetên serbixwe amade bûn.

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Weed El-Wecrî panêl bi şîrovekirina çar babetan Biryara Meclisa Ewlehiyê 1325 derbarê (Jin-Aşitî-Ewlehî), awayê avakirina Meclisa Ewlehiyê a Navdewletî, xalên girîng yên 1325 û koka wê her wiha biryarên 1325 û her çar xalên wê yên sereke, dest pêkir.

Girîngiya naskirina biryara 1325

Têkildarê panêlê de Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê a bajarê Qamişlo Mekiya Hiso axivî û wiha behsa girîngiya vê biryarê kir: "Armanca me ji vê panêlê ku hemû jinên partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan, kesayetên serbixwe û hemû jinên civakê biryara Meclisa Ewlehî ya Navdewletî 1325 ji nêz ve nas bikin û bizanin ev biryar xwe dispêre çi. Pêwîste ku jin baş vê biryarê bizanin ku berî şer û aloziyan, di nav de û piştî wê ev biryar heta çi astê mafê jinan li kuderê û di çi rewşê de diparêze. Mînak prensîb û zagonên ku ji bo jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine sepandin, ji hevpeymana Cedaw hatiye. Pir girîng ku jin zagon û biryarên li ser wê hatine nivîsandin nasbike, da ku bizanibe wê çawa di civaka xwe de rol bilîze û ya herî girîng di pêkanîna aşîtiyê û aramiyê de çawa gavan bavêje."

'Rola Meclisa Ewlehî ya Navdewletî li Sûriyê qels e'

Mekiya Hiso da payin ku biryara 1325 li Sûriyê divê were pêkanîn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li giştî herêmên Sûriyê û di nava şer û aloziyên heyî de, jin bi gelek awayê binpêkirinan re rû bi rû dimîne. Taybet li kampên koçberan jin bi destdirêjî û tecawizê re rû bi rû tê û ji bo karên xirab tê şuxliandin, ji lewra ne di nava şer û ne jî di kampên koçberan de mafê jinan nehat parastin. Ji lewra rola Meclisa Ewlehî ya Navdewletî pir qels û lawaz bû. Armanca me em bidin xuyakirin ku biryarên navdewletî hene, lê belê pêkanîna wê li ser rûyê erdê tune ye û wekî nivîsên li ser rûpelan dimînin."

Pêwîstiya pêkanîna biryara 1325 li Sûriyê

Mekiya Hiso daxwaz kir ku hemû binpêkirinên jinan werin belgekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaza me ew e ku çi li Sûriyê giştî û çi li Bakur û Rojhilatê wê be, hemû binpêkirinên li dijî jinan pêk tên û taybet yên ku dewleta tirk a dagirker bi balafirên xwe yê (SIHA) pêk tîne, werin belgekirin. Da ku mafê van jinan di warê qanûnî de were parastin û dewleta tirk hesabê van binpêkirinan bide. Em pêkanîna biryara 1325 li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst dibînin, ji ber jinên ku êrîşa DAIŞ'ê a herî hovane têk birin, îro ew bi balafirên dewleta tirk a dagirker re tên şehîdxistin."