‘Divê hesab ji kesên ku piştgiriyê dide dewleta Tirk bê xwestin’

Duh li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya çiyayê Serdeşta Şengalê cenazeyê 3 fermandarên YBŞ’ê dibin dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ de hatin oxir kirin di merasîmê de jinên Şengalê bertek nîşanê li hember kiryarên dewleta Tirk dan.

Şengal – 17’ê Îlonê li Serdeşta Şengalê wesayîta YBŞ’ê ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Tirk ve hate hedef girtin. Di encamê de 3 fermandarên YBŞ’ê yê bi navê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr jiyana xwe ji dest dan. Ji bo oxirkirina cenazeyê hersê şervanan merasîmek bi heybet hate lidarxistin.

Duh dema oxirkirina merasîma her sê şoreşgerên YBŞ de Şemê Remo ku ji malbata Dîndar Avesta ye û Wedha Reşo Reşo  ku yek ji kesên beşdarî merasîma oxirkirinê bû bertek û nerazîbûnên xwe der barê êrîşên dewleta Tirk û hevkarê vê  anîn ziman û diyarkirin ku Divê hesab ji kesên ku piştgiriyê dide dewleta Tirk bê xwestin û pêwîste gel li hemberî vê tiştê rabe û qebûl neke.

‘Divê hesab ji Îraq bê xwestin’

Şemê Remo ku ji malbata şehîd Dîndar Avesta ye destnîşan kir ku kesên piştgiriya dewleta Tirk dikin divê demek nêz de hesabê bidin û got: “Her pêşengekî me ku di seytereya Îraqê re derbas dibe tê hedef girtin. Ev cihê lêpirsînê ye? Divê hesab û sedem ji dewleta Îraqê bê xwestin. Divê hesab ji kesê ku piştgiriyê dide dewleta Tirk bê xwestin. Pêwîste gelê me li hemberî vê tiştê rabe û qebûl neke. Bi saya Xwedê û van Şehîdan axa Îraqê hatiye parastin.”

‘Hêza me heye û pêwîstiya me bi tu hêzê nîne’

Wedha Reşo jî ku yek ji kesên beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bû diyar kir li beramberî êrişan hikumeta Îraqê bêdenge û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîdên xwe re dixwazin. Ciwanên me li berxwedan û parastina Şengalê kirin. Lê mixabin îro bi destê dewletaTirk a dagirker şehîd bûn. Li kêleka êrişên dewleta Tirk, hikumeta Îraqê jî bêdenge. Zarokên Êzidiyan parastina xaka xwe dikin, lê li ber seytereya artêşa Îraqê şehîd bûn û Îraq bêdeng e. Hêza me heye û pêwîstiya me bi tu kesî û tu hêzê nîne.”