Meclisa Jinan a Sûriyeyê pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû tên nîqaş kir

Jinan li Tebqayê forumeke diyalogê li dar xist û tê de pirsgirêkên herî girîng ku jinên Sûriyeyê rû bi rû dimînin nîqaş kirin.

Tebqa – Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 80 jinan ji tevahî bajarên Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji partiyên siyasî forumeke diyalogê li dar xist.

Forum li kefeterya Şems a Tebqayê bi sernavê "Jina Sûriyeyê projeya ronesansa avakirina Sûriyeya aştiyê ye" hat organîzekirin. Di forumê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser astengiyên siyasî û civakî ya li pêşberî jina Sûriyeyê û mijara duyemîn li ser çawaniya parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh û dadgera Meclisa Edaleta civakî ya kantona Reqayê Alîf Şêx Mihemed li ser mijarên sereke yên ku jinên Sûriyeyê pê re rûbirû ne axivî û got jin di aliyên diyarkirina aqûbeta xwe de, beşdariya pêvajoya siyasî ya avakirina Sûriyeya nû û beşdariya sazkirina destûrê de rastî astengiyan tên.

Di mijara duyemîn de jî lêkolîner Rinde El Icêlî û cîgira Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim axivî û diyar kir ku ji ber ku Sûriyeyê xwedî pir etnîkî, pirolî û pir rengî ye, divê ev pirrengiya çandî bi rêya berevaniya mafên wan û nedûrxistina wan ji tu pêvajoyeke siyasî ji bo siberoja Sûriyeyê, were parastin.

Piştî her du mijar hatin şîrovekirin, beşdaran nêrînên xwe yên têkildarî mafên xwe, parastina xwe û rêbazên geşkirina wekheviyê di civakê de gotin.Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encam nameya ji  aliyê rêveberiya Komîteya Ragihandinê ya Meclsia Jinan a Sûriyeyê Medya Mudewer ve hat xwendin û wiha ye:

*Lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku tê de tevahî jinên Sûriyeyî beşdar bin.

*Têkilî bi jinên di girtîgehên rejîma berê de ragirtîbûn re bên danîn.

*Veguhestina destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê.

*Garatniya beşdariya jinan di qonaxa veguhastinê de.

*Asta xebata jinan li Sûriyeyê bê bilindkirin.

*Parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê.

*Beşdariya jinan di nivîsandina destûra Sûriyeya nû de.

*Nûnertiya adilane jinan re di tevahî aliyan de.

*Hesabpirsîna sûcdarên şer li Sûriyeyê û di Sûriyeya nû de kesên jin qetil kirine neyên qebûl kirin.

*Neqebûlkirina fikra Sûriyeya rizgarî digel hebûna Tirkiyeyê  li ser xaka Sûriyeyê.