Dosyaya Emel Çîftçî ya nexweşa penceşêrê şandin Amedê

Doza hunermend Emel Çiftçî ku di meha Tebaxê de hatibû girtin, Enqereyê bi biryara nebes da, şandin Amedê. Hemû hevdîtinên Emel Çîftçî ya ku nexweşiya penceşêrê pê re heye weke sûc hatin dîtin, hat zanîn ku her dem wê di bin nexweşxaneyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hunermend Emel Çîftçî ku di 22’ê Tebaxê de hatibû binçavkirin, îfadeya şahidê veşartî wek hincet dan nîşandan, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ di heman rojê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve het destpêkirin, îdianameya Emel Çîftçî hat amadekirin. 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara nebes da û dosyayê şand Amedê. Di îdianameyê de îfadeyên kopî û paste girtin. Emel Çiftçî ya girtî ku tedawiya penceşêrê dibîne hat zanîn ku ji bo tedawiyê her dem diçe nexweşxaneyê.

Di îdianameya 42 rûpelî de tenê pelek ji bi Emel re hatibû veqetandin!

Îdianameya Emel Çiftçî di rojên borî de ji aliyê Serdozgeriya Komara Enqereyê ve hat amadekirin. Di îdianameya 42 rûpelî de, tenê rûpelek ji bo Emel Çiftçî hat veqetandin. Di 43 rûpelên din de agahiyên der barê dîroka PKK-KCK’ê de cih girt. Di îdianemayê de sûcên weke ‘Avakirina rêxistina terorê ya bi çek û rêvebirin, endamtiya rêxistina terorê yên bi çek’ cih digrin. Îfadeya şahide veşartî yê bi navê ‘Ulaş’ hat bikaranîn. Xebatên Emel Çiftçî yên di Kurdî-Derê ku bi zimanê Kurdî perwerde daye û Tevgera Jina Azad (TJA) de dida meşandin weke sûc hatin dîtin.

Negirtina pere bû mijara sûc

Parêzer jî di nav de hevdîtina bi telefonê bi 15 kesan re weke sûcê ‘Endamtiya rêxistinê’ kar û bar qeydên telefonê ku bi 326 kesan re hevdîtin kiriye di îdianemayê de cih girtin. Ji salên 2008’an heta 2020’an di dîrokên cuda de serdanên ku li derveyî welat kiriye di îdianameyê de weke sûc hatin nîşandan û pere negirtina wê ya ji tu cihan weke belgeya endamtiya rêxistinê hat nîşandan. 

Di îdinameyê hat xwestin ku Emel Çiftçî ji ber sûcên ku tê îdiakirin kirine, were cezakirin, 3 rojan piştî amadekirina îdianameyê şandin 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Dadgeha ku doza lêpirsînê lêkolîn kir diyar kir ku divê darizandin li Amedê be û biryara nebesiyê da.

Her dem diçe nexweşxaneyê

Emel Çiftçî nêzî mehek e li girtîgeha girtî ya jinan a Amedê dimîne, rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e û hat zanîn ku her dem wê dibin nexweşxaneyê. Parêzeran diyar kirin ku Emel Çiftçî gelek zêde dermanan dixwe, ji ber nexweşiya xwe diviyabû bihata emeliyatkirin lê belê nehatiye emeliyatkirin.