Gelê herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên herêma Firatê li dîjî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî meşiyan. Di meşê de jinan diyar kirin ku azadiya fizîkî ya Rêbar Apo azadiya jinên Kurd de.

Kobanê- Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan nêzî 25 salan di girtîgeha Îmraliyê  de bû, 30 meh in ku tu agahî jê nayê girtin. Di vê çarçovê de Komîteya Çalakiyan a herêma Firatê bi dirûşma"Li dijî êrîşan û tecrîdê ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo cenga azadiyê bi ser bixin" li dijî Tecrîda girangirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  meşeke girsayî li dar xist.

Meşê bi tevlibûna gel sazî û dazdgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiyên Siyasî, Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat. Di meşê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Jinên ciwan û Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "jin jiyan azadî ser bixe" cenga azadiyê bi ser bixin dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin rakirin.

Meşê li qada Jina Azad bi dirûşman dest pêkir û ber bi dibistana şehîd Seyîd ve bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê endamên ciwanên şoreşger ve axaftin hatin kirin.

'Bi riya tecrîdê dixwaze îradeya gel bişkînin'

Hevseroka Desteya werzîş û ciwanan a herêma Firatê Avaşîn Misto di meşê de axivî û wiha got: "Ev meş ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin hat lidarxistin. Her ku diçe teçrîd girantir dibe di şexsê serok de dixwazin îradeya gelê Kurd lawaz bikin lê gelê ku bi fikrên serok xwe bi rêxistin kiribe tu carî teslîm nabe. Ev 24 sal in berxwedaniya rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de didome û ji xeta rastiyê paş ve gav navêtiye ji bo gelê Kurd û gelên bindest xebatên mezin daye meşandin."

'Heya ku rêber Apo azad nebe azadiya jinan mîsoger nabe’

Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Helîma Osman nêrîna xwe anî ziman û got: "Ev tecrîda li ser Rêber Apo em weke jin şermezar dikin. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e ji bo hemû mirovahiyê xwedî analîz û fikrên azad e. Her kes xwedî maf e ku bi azadî bijî, çima îro serokê me di nava çar dîwaran de ye?"