Mamostayan li Helebce bi daxwaza mafên xwe çalakî lidarxistin

Mamostayên Helepce yên bi peyman ji bo bi awayek fermî tayîn bibin li ber wezareta perwerdeyê çalakiya nerazîbûnê li darxistin. Mamosteyan diyarkirin ku heta sala nû ya xwendinê daxwazên wan neyê bicih anîn wê baykota xwendinê bikin.

Helepce - Îro danê siharê li ber deriyê Rêveberiya Perwerdeya Helepce 272 mamostayên bi peyman ên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Helepce, bi beşdariya hêjmarek mamoste û rêxistinan çalakiya nerazîbûnê li dijî sozên bi fermîkirina mamostayan ku nehatî pêkanîn li darxistin û daxwaza mafê xwe kirin ku bi awayek fermî tayîn bibin.

Mamostayên bi peyman daxwaznameyek radestî wezareta Perwerdeyê kir û daxwaz kirin ku guh bidin daxwazên wan. Mamosteyan destnîşankirin ku ger heta serê sala nû ya xwendinê daxwazên wan bi cih neyên wê baykota xwendinê bikin.

‘Çalakiya me rawa ye’

Ziryan Abdulkerîm ev sê sal e weke mamostaya bi peyman li derveyî Helepce ye, derbarê çalakiya xwe de wiha got: “Me çalakiyeke rewa li daristiye. Ji ber gelek soz ji mere hatine dayîn ku wê me bi awayek fermî tayîn bikin. Hinek mamostayên bi pyeman bi awayek fermî tayîn bûn û beşek ji hatiye paşguhkirin. Heta niha hewlek cidî ji bo bi fermî tayînkirina mamostayên bi peyman nehatiye dayîn. Ger heta sala xwendina 2023-2024 bersîva me nedin em ê xwendinê baykot bikin.”

‘Tayînbûn mafê me ye’

Çîmen Salih ev 5 sal e ji derveyî Helepce mamostaya bi peyman e wiha got: “Li bendêman gelek nexweş e, mafê me ye em bi awayek fermî tayîn bibin, mamosta hene ev 10 sal e bi peyman in, lê belê heta niha çarenûsa me nediyar e. Divê hikumet ewqas bê xem nebe, guh bidin daxwazên me. Heta niha tu kes û aliyek guh nedane daxwazên mamosteyan. Em di daxwaza mafê xwe de bi israr in.”