Sutyenên elektronîk ên ku penceşêra pêsîrê teşhîs dike derxist

Jina zanyar Canan Dagdevîren sutyenên elektronîk ên ku penceşêra pêsîrê teşhîs dike derxist û got: “Wê dest bide jiyana bi milyonan jinan. Ez vê amûrê diyarî hemû jinan dikim, hun ne bi tenê ne.”

Naveda Nûçeyan- Jina zanist Canan Dagdevîren ku li ABD jiyan dike, li dijî penceşêra pêsîrê sutyenên elektronîk pêşxist. Bijîjka Doçend Canan Dagdevîren xebatê xwe di lebaratuara Mit Medya de berdewam dike, li gel tîma xwe cîhazê ku tê wergirtin ku ultrasyonê lêgerin dike ji bo teşhîs kirina penceşêra pêsîrê ji bo jiyanê giring e.

Îlhama vê projeye xaltîka wêye

Canan Dagdevîren diyarkir ku Suteyenên elektronîk tu pisporî jêre ne pêwîste, bi bigirên ultrasonîk nîşanên penceşêrê tespit dike, pêwîst nake biçe bijîkê, rojane lêgerînê dike. Bi saya vê bi lêgerînên peryodîk bûyerên ku ji ber çavan derbas bûye digre. Destnîşan kir ku îlhama projeya xwe ji xaltîka xwe ya bi navê Fatma Çalişkanoglu ku di 49 salî di asta herî jor de teşhîsa penceşêra pêsîrê lê tê kirin û piştî 6 mehan jiyana xwe ji dest daye girtiye.

‘Wê dest bide jiyana milyonan jinan’

Canan Dagdevîren li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal der barê projeya xwe de parvekiri kir û wiha got: “Min ev xebat li gel xaltîka xwe Fatma di dema ku 12 rojên xwe ê dawî jiyan dikir ser cihê xwe yên nexweş me bi hevre xeyal dikir û niha ez ji xeyalan wê vetir çûme û wê dest bide jiyana milyonan jinan. Ez vê amêrê diyarî hemû jinan dikim;hun ne bi tenê ne.”

Berê cîhazê ku penceşêra cild teşhîs dike pêşxist

Canan Dagdevîren ji bo kadroya endama akademiya ciwan li zanîngeha Harvard hate hilbijartin. Ket listeya Kovara Forbes ya 30 mirovên zanist ên dibin 30 salî de. Canan Dagdevîren cihazek ku penceşêra cild teşhîs dike pêşxist. Bi projeya xwe ya bi pîl ya dîl ku tê wergirtin di cîhanê de deng veda.