Jin li Filistînê di siyasetê de rastî cudakariyê tên

Siyasetmedar Mona Ebû Şaban da zanîn ku li Filistînê jin di jiyana siyasî de rastî cudakariyê tên û destnîşan kir ku ji sedî 30 kotaya jinên ku daxwazên wan pêk naynin jî nayên bicihanîn.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Her çend jinên Fîlîstînî yên ku bi salan e ji bo mafên xwe têdikoşin jî, ji jiyana xebatê heta jiyana civakî, ji siyasetê heta aboriyê di gelek qadan de hebûna xwe diparêzin, lê beşdarbûna wan a di pêvajoyên biryargirtin û rêveberiyê de hema bêje tune ye.

Siyasetmedara Femînîst Mona Ebû Şaban bal kişand ser girîngiya hebûna jinê di nava siyasetê de û diyar kir ku ji bo pêşerojeke azad tevlîbûna jinan di meclîsên qanûnî, rêveberî, hikûmet û pêvajoyên biryardanê de girîng e.

'Divê civaka sivîl piştgiriyê bide jinan'

Mona Ebû Şaban bal kişand ser wê yekê ku divê mafên siyasî yên jinan bên mîsogerkirin û got:“Divê qanûnên me li gorî peymanên navneteweyî yên adil û wekhev bin ku mafên jinan diparêzin. Çêkirina qanûnan têrê nake. Ji bo hişyarkirinê pêwîst e perwerde bên lidarxistin û kampanya bên lidarxistin. Pêwîst e cudakariya ku rê nade jin di meqamên siyasî de îmkanên wekhev bidest bixin ji holê bê rakirin, wekheviya zayendî bê misogerkirin û di warê aborî de jî bibin xwedî hêz. Divê saziyên sivîl û komele di vê mijarê de bibin yek. Hewldanên jinan girîng in, lê divê piştgirî bê dayîn.”

'Hişmendiya baviksalarî astengiya herî mezin e'

Mona Ebû Şaban diyar kir ku zîhniyeta baviksalarî ya di bin navê zext û kevneşopiya civakî de tê ferzkirin, astengiya herî mezin a li pêşiya tevlîbûna jinan a jiyana siyasî ye û wiha gotinê xwe domand:

“Pirsgirêkên civakî û çandî yên ku ji aliyê adet û kevneşopiyên kevnar ve tên temsîlkirin, astengên herî girîng ên li pêşiya beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de ne. Ji ber ku mêr di wê baweriyê de ne ku jin di pozisyona serokatî û biryardayînê de ne jêhatî ne, her çend hin ji wan di pozîsyona rêveberiyê de bin jî nikarin îradeya xwe bi tevahî diyar bikin. Beşek girîng a civakê fikra ku jin ji bo hilbijartinan bibin namzet û pozîsyonê siyasî yên bilind ên wekî meclîsên şaredarî û gundan bigirin red dike."

'Ji sedî 30 kota têrê nake'

Mona Ebû Şeban anî ziman ku kotaya jinan ji bo çûna jinan li cihên biryargirtinê, zêdekirina nûnertiya xwe di siyasetê de û tevkariyê li pêkanîna têgînên edalet û wekheviyê girîng e û got ku zêdekirina kotaya ji sedî 30 têrê ji bo daxwaza têrê nake û kota di qadê de nayê pêkanîn. Mona Ebû Şeaban axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Di Meclîsa Navendî de nûnertiya jinan ji sedî 23 ye û piştî îstifakirina siyasetmedar Henan Eşrawî ti jin di Desteya Rêveber de cih negirt. Dîsa rêjeya jinan di Encûmena Niştimanî de ji sedî 19 e. Di kabîneyê de ji sedî 14 û di xebatên dîplomatîk de jî ji sedî 11 e. Sedema vê jî kêmbûna temsîla jinan a di nava partiyên siyasî de ye. Jinan dest bi siyasetê kirine, ev girîng e, lê têrê nake.”