Malbata Şenyaşar: Riya jiyana adil yekîtî ye
Di roja 622’emîn a nobeta Edaletê de malbata Şenyaşar car din daxwaza xwe ya edaletê bilêv kir û got; “Riya jiyana adil piştevanî, yekîtî û pevretî ye.”

Riha – Nobeta Edaletê ya emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û dû lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar a ji êrişê birîndar rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’an de dabûn destpêkirin, di roja 622’emîn de didome.
Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: "Li cîhanê rêya jiyaneke biedalet piştevanî, yekitî û pevretî ye."