'Jin di pêşketina civakê de xwedî rolên bingehîn in'

Endama Rêveberiya Giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jînda Yûsif da zanîn ku ji bo azadiya jinan û civakê divê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de were xurtkirin.

RENÎM EL-EHMED

Tebqa - Yekitiya Jinên Ciwan di konferansa xwe ya yekemîn de bi dirûşma “Bi şoreşa jinan, jiyana azad em ê Rêbertiyê bi fizîkî azad bikin”, li ser riyên çareserkirina pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn nirxandinan kir. Endama Rêveberiya Giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê Jînda Yûsif biryardariya têkoşîna ya Yekîtiya Jinên Ciwan a di konferansa xe ya yekemîn de derket holê û nîqaşên ku di konferansê de bipêş ketin ji ajansa me re nirxand.

Jînda Yûsif diyar kir ku konferans ji bo nîqaşkirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî nêrînên wî yên li ser pirsgirêka jinan û azadiya wan hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Em bi gelek qeyran û pirsgirêkên pergala kapîtalîst re rû bi rû ne û armanca hemûyan jî parastina zîhniyeta desthilatdar e. Divê jin rêgezên Rêber Ocalan bi cih bînin, ji bo bigihîjin asta herî bilind, destkeftiyên zêdetir bi dest bixin, jinan vegerînin cewherê wan û beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Li ser mijara çareseriya birêxistinkirina jinan û danasîna rêgezên bingehîn ên azadiya jinan ku 5 prensîb in, îradeya azad, rêxistinbûn û têkoşîn jî di nav de, eksek hat terxankirin.”

‘Ne tenê rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk bê’

Jînda Yûsif da zanîn ku pêwîst e jinên ciwan civakê bi feraseta azadiyê nas bikin û wiha axivî: “Em di nava krîzeke ku hilweşîna pergala kapîtalîst nîşan dide de dijîn, ji ber vê yekê divê em bibin yek û ji bo ev sîstem bi temamî hilweşe heta bigihîjin azadî û demokrasiyê divê em têbikoşin. Divê jin di warê siyasî de bi zêdekirina hişmendiya xwe û tevlibûna di pêvajoya siyasî û cihên biryardanê de bên bihêzkirin. Divê dewreyên perwerdeya rewşenbîrî bên xurtkirin. Divê leza têkoşînê bê bilindkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê kir, ne tenê rakirina tecrîdê û berdewamkirina belavkirina fikir û felsefeya wî jî pêk were.”

Têkoşînek hê bilindtir divê

Jînda Yûsif eşkere kir ku tevî serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin di wan de pêşeng bûn, hê jî pirsgirêkên ku şoreşê nikaribûye biguherîne hene, ev jî zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e û wiha anî ziman: “Ji bo guhertina vê zîhniyetê divê em hîn zêdetir têbikoşin. Jin bi hezaran sal in di Rojhilata Navîn de bûne mexdûrên krîzên ku rola wan biçûk xistiye û sîstema koledariyê li dijî wan hatiye sepandin. Sîstema dewletê gelan bi rê ve dibe û bi zîhniyeta baviksalarî wan dixeniqîne. Piştî ku rola jinan a rast hat înkarkirin, rolên ku li gorî zîhniyeta baviksararî ji bo wan hatin destnîşankirin bûn ku di qadên civakî, aborî, siyasî û leşkerî de cih negire. Rêber Abdullah Ocalan got ku zîhniyeta baviksalar a otorîter amûrek di destê modernîteya kapîtalîst de ye ji ku desthilatdariya xwe li ser civakê û jinan berfireh bike.”

‘Şoreşa civakî bi azadiya jinan gengaz e’

Jinda Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger em şoreşeke civakî ya li ser esasê azadkirina jinan ji vê zîhniyeta baviksalarî û koletiyê pêk neynin, em ê nikaribin behsa şoreşeke demokratîk a rasteqîn bikin. Rêber Apo armanc dike ku civakê birêxistin bike û jin di vê jiyanê de rola xwe ya rast bi cih bînin. Girtina rêber hewldaneke têkçûyî ya welatên kapîtalîst e ku xwestin fikra wî ji holê rakin. Ji ber ku jin bingeha pêşketina civakê ne, welatên serdest ji pêşketina wan ditirsin û jinên ku dixwazin bigihîjin azadiyê hedef digrin. Yek ji girîngtirîn şoreşên ku Rêber Ocalan bi dest xistiye, şoreşa jinan e ku tê de jin bûne têkoşer, aktîvîstên siyasî û îdarî û hunermend. Ji bo bidestxistina azadiya jinan û civakê divê em çalakî û semîneran xurt bikin, di serî de weke jineke ciwan, belavkirina fikrên Rêber Ocalan erka me ya sereke ye.”