Malbata Şenyaşar piştî 6 salan şîn danî

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên di êrişa xizm û parastvanên parlementerê berê yê AKP’ê Ibrahim Halil Yildiz ve hatin qetilkirin piştî 6 sal û 4 mehan şîn hatiye danin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ên di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin piştî 6 sal û 4 mehan şîn hate danîn.

Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê xwe û du kekên xwe windakirin û pişt re hate girtin û malbata wî li eywaneke li navçeya Pirsûsê daxwazên sersaxiyê qebûl dikin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên wê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî şînê bûn.

‘Em daxwaza heq û edaletê dikin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, dayika wî Emîne Şenyaşar, Fadil Şenyaşar ê hate berdan û ferdên malbatê yên din kesên tev li şînê dibin pêşwazî kirin. Di şînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan mewlîd hate xwendin. Bayindir ê di şînê de axivî, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Em ê bi têkoşîna dayika Emîne ya bênavber domand bibin bersiv. Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna heqîqetê ya Kurdistanê ye. Êşa dayikê bû êşa me hemûyan. Ev têkoşîn têkoşîna demokrasiyê ye. Têkoşîna me dê bi azadiyê tacîdar bibe. Kesên zilmê dikin dixwazin mirinê li me ferz bikin. Lê vê bizanin ku bi milyonan kurd li ber xwe didin û bedelên mezin didin. Em dibêjin êdî bes e. Êdî bila kes bi çeka dewletê kesê nekuje. Em vê qebûl nakin. Ev têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Em her tim rêya çareseriyê nîşan didin. Em daxwaz heq û edaletê dikin. Daxwazeke me ya din nîne.”

 ‘Tekoşîna gelê Kurd wê bigihêje armanca xwe’

Kürtlerin birlik olması gerektiğinin altını çizen Keskin Bayındır, konuşmasına şu sözlerle devam etti: "Biz halkımıza inanıyoruz. Emine anne nasıl çocuğuna kavuştuysa Kürt halkının mücadelesi de amacına ulaşacak. Ulaşana kadar yürüyeceğiz. Kimse bize teslim olayı dayatmasın. 100 yıl önce kabul etmedik, bugün de kabul etmeyiz. Bize birlik, kardeşlik lazımdır. Bugün birliğimiz bu salonda gerçekleşmiş. Biz halkımıza güveniyoruz. Bu salonda yaratılan birlik her sokakta inşa edilecek. Emine anne ve Barış Annelerimize güveniyoruz. Kaybeden, zulüm edenler olacak. Nemrutlar zulüm ile başaramadı bugün ardılları da başaramayacak. Kürt Halk Önderi Sayın Abdullah Öcalan öncülüğünde Kürtler haklarına kavuşacak. Bu bize helal olandır. Biz yüz yıllardır bu topraklarda yaşıyoruz. Her zaman bu topraklarda dilimiz ile yaşayacağız."

Bayindir, destnîşan kir ku divê gelê kurd bibe yek û ev tişt gotin: “Em bi gelê xwe bawer in. Dayika Emîne çawa gihiştibe kurê xwe dê têkoşîna gelê kurd jî bigihe armanca xwe. Heta ku bigihe em ê bimeşin. Bila kesek teslîmbûnê li me ferz neke. Me beriya 100 salan qebûl nekir em ê niha jî qebûl nekin. Ji bo me yekitî û xwişk û biratî lazim e. Îro ev yekitiya me li eywanê pêk hatiye. Ev yekitiya li vir dê li kolanê were avakirin. Baweriya me bi dayika Emîne û Dayikên me yên Aştiyê heye. Kesên ku winda bikin dê bibin ên zilmkar. Nemrûd bi zilmê bi serneket dê peyhatiyên wan jî bi ser nekevin. Gelê kurd dê di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de bigihe mafên xwe. Ev ya ji bo me helal e. Em bi sed salan e li ser vê axê dijîn. Em ê her tim li ser vê axê bi zimanê xwe bijîn.”

 ‘Bila kes bêdeng nemîne’

Ferît Şenyaşar jî qala tiştên di sala 2018’an de qewimîn kir û wiha got: “Me di wê serdemê de şîn nedanî. Em îro bi hev re deynin. Pirsûs cihekî girîng e. 33 Rêwiyên Xeyalan li vir hatin qetilkirin. Dayika min nîşanî herkesê da ku bi berxwedanê dikare encam were girtin. Desthilat neçar ma daxwaza dayika min qebûl bike. Weke parlamenterekî çawa ku min piştgirî da dayikê ez amade me ku piştgiriyê bidim herkesên têdikoşin. Bila kes bêdeng nemîne. Kes nikare xwe bide pişt alê an jî Erdogan û zilmê bike. Em spasiyên xwe pêşkeşî kesên di pêvajoya têkoşînê de piştgiriya me kirin. Em spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bi armanca piştevaniyê hatine jî dikin.”

Emine Şenyaşar: Divê demildest  kesên kudi girtîgehê de bên berdan 

Emîne Şenyaşarê jî spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku piştgirî dan wan kir û wiha got: “Hêj jî kesên bêsûc di girtîgehan de tên ragirtin hene. Gelek zilm li me kirin. Em spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku piştgirî dan me dikin. Em bi saya we têkoşiyan. We em bi tenê nehiştin. Me ji herkesê re edalet xwest. Hêvî dikim ku edalet were û hemû kesên di girtîgehan de demildest bên berdan.”

Şîn dê heta saet 17.00’an berdewam bike.