Li 20 girtîgehan binpêkirinên mafan hate tesbîtkirin

Li Amedê rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li 20 girtîgehan 40 serdan hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî li Baroya Amedê tê dayin û binpêkirinên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Erzîngan û Erziromê tê de cih digirin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser gotina Serokê Giştî ya Devlet Bahçelî ya têkildarî “Mafê hêviyê.” Abdulkadîr Guleç, qala hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û wiha got: “Em vê gavê erênî dinirxînin. Hêvîdarin hevdîtinên bi parêzeran re jî pêk bên.”

Serdana 20 girtîgehan hate kirin

Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Zelal Karabulak rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwend. Zelal Karabulak, da zanîn ku rapor li gorî hevdîtin û serlêdanên di navbera mehên nîsan-gulan-hezîran û Tîrmehê de hatine kirin hatiye amadekirin û got: “Binpêkirinên mafan ên li Kampusa Girtîgeha Amedê (7), Kampûsa Girtîgehan a Xarpêtê (5), Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê, Girtîgeha Jinan a Erzînganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê di raporê de cih digirin. Li 20 girtîgehan zêdetirî 40 serdan hatine kirin.”

Zelal Karabulak piştre jî rapora binpêkirinan xwend. Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê xwe bigihînin rapora binpêkirinan.