Malbata Şenyaşar: Hêviya me ji sala 2023’an re ma
Malbata Şenyaşar di roja 663’emîn ya nobeta edaletê de, ev peyam parvekir: “ Bila sala 2023’yan ‘bibe sala edaletê’ û birînên xwîn dibin bên dermankirin.”

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emînê Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja xwe ya 663’emîn de ye.
Malbetê, ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, nobeta xwer li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal vîdeoya ku nobeta edaletê ya di sala 2022’an de li ber edliyeyê domandin vêdibêje parve kir û wiha got: “Sala 2022’yan bi zilmê derbas bû. Hêviya me ji sala 2023’an re ma. Tişta ku dewletê li ser pêya digire edalet e. Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê. Bila birînên xwîn dibin bên dermankirin. Înna lîllahî û înna îleyhî Raciun.”