Malbata Şenyaşar: Daraz lîstina 3 meymunan berdewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 825’a anîna ziman ya daxwazên xwe ên edaletê berdewam dike.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû, di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir, di roja xwe ya 825’an deye.

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Sozek heye ku dibêje; ‘Êş çiqas bên parvekirin ewqas kêm dibin.’ Ji ber ku edalet pêk nayê, êşên me sivik nabe. Her çend ku kesên li nexweşxaneyê komkujî kirine di wijdana civakê de hatibin mehkûmkirin jî, daraz hêj jî lîstîna 3 meymunan berdewam dike.”