Di doza Mîraç Miroglu de raporek nû hate xwestin

Di doza Mîraç Mîroglû de ji bo tespîtkirina leza wesayîtê dosya jinûve şandin ATK’ê. Di girtekên têkildarî bûyerê hatibû gotin de zarok gelek mîtroyan li erdê hatiye kaşkirin û ev yek îdiaya bersûc ê ku ‘Min wesayît bilez neajotiye’ derewand.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Hezex ya Şirnexê di 3’ê Îlona 2021’an de Miraç Mirogluyê 7 salî dema ku bisiklet di şuxiland wesayîta zirxî lê da û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Di doza Mîraç Miroglu de wê biryar li gor leza wesayîtê were dayîn.

Di danaşîna dawî ya dozê de, ev demek dirêj bû parêzeran dixwestin leza wesayîtê were tespîtkirin û ev daxwaz di danişîna dawî de hate qebûlkirin. Ji bo tespîtkirina leza wesayîtê, biryar hate dayîn ku dosya bişînin Saziya Tipa Edlî (ATK). Li bendê ne ku encam di danişîna din de a ku wê di 16’ê Çileya 2024’an de were lidarxistin de derbikeve.

Daxwazên parêzerên malbata Mîraç Mîroglû tenê bi tespîtkirina leza wesayîtê ne sînore. Her wiha Parêzer dixwazin li cihê bûyerê keşf were kirin û di keşfê de cihê bersûc polîs Metin Kîraz di wesayîtê de were tespîtkirin. Parêzer balê dikişînin ser binpêkirina şerîdê û dixwazin ev xisûs jî bên tespîtkirin.  Bersûc Metin Kîraz, heta niha her tim bi îdiaya ‘Min wesayît bilez neajot’ parastina xwe dike. Li aliyê din li gor rapora ji aliyê cendirmeyan ve hatiye amadekirin, di dema bûyer qewimî de wesayît bi 30 km’an lezê diçû. Lê belê malbat û parêzer berûvajî wê li dijî vê yekê derdikevin, diyardikin ku ger wesayîta zirxî hêdî biçûya wê Mîraç 11 metreyan ne avêtiba.”

Tê destnîşan kirin ku hatiye xişkandin

Li gorî ‘Girteka Analîzkirina CD û Şopandina Dîmen’ a ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ve hatiye amadekirin, Mîraç Mîroglû 5-6 metreyan li pêşiya cihê wesayît lê hatiye sekinandin li erdê dijrêjkirî bû. Dema navbera cihê ku wesayît li zarok xistî û cihê zarok lê disekiniya jî li ser were zêdekirin, tê texmînkirin ku dirêjtir dibe.