Malbat di nobeta 'edaletê' de ne: Daxwaza wan daxwaza milyonan e

Ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomîn li gelek navendan "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin. Xizmên girtiyan ên tevlî nobetê bûn, banga bi dawî anîna tecrîdê kirin û gotin: "Daxwaza girtiyan daxwaza milyonan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Greva birçîbûnê ya dorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî  li girtîgehan hat destpêkirin, berdewam dike. Malbatan, ji bo bibin dengê girtiyan li Amed, Mêrsîn û Edeneyê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Jinên ku tevlî nobeta bi dirûşmeya “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hat destpêkirin bûn, banga demildest bi cih anîna daxwaza girtiyan kirin. Malbatan, çalakiya nobetê bi awayekî dorveger dê 3 rojan carekî dewr bikin.

Ji bo çalakiya nobeta ya li Şaxa TUAY-DER (Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re) ya Amedê hate destpêkirin re, bi dehan kes beşdar bûn. Malbatên girtiyan ên bi vegotinan awazên piştgirî dan girtiyan, di hevdîtinên xwe yên ajansên me de jî, xwestin dawî li polîtîkayên îşkenceyê yên li ser girtiyan bê anîn. Jinan, diyar kirin tecrîd bandor li tevahiya civakê kiriye û girtiyan daxwazekî mirovî û hiqûqî dikin û wiha gotin: "Daxwaza wan îro daxwaza milyonan e."

'Tecrîd li ser hemû civakê tê meşandin'

Jinên ku tevlî çalakiyê bûn, der barê çalakiya birçîbûnê ya didome de, bang li malbatên girtiyan kirin. Halîme Topuz a ji bo kurê xwe Îhsan Topuz ê li Kirşehîrê girtî ye tevlî nobeda edaletê bû, diyar kir kurê wê 26 sal in di girtîgehê de ye. Halîme Topuz a banga dawîanîna polîtîkayên îşkence û tecrîdê yên li girtîgehan kir û wiha got:

“Em îro ji bo dawî anîna van binpêkirinan û polîtîkayên îşkenceyê yên li ser zarokên me tên meşandin rawestînin, li vir rûniştin. Destûr nedan ku em li ber deriyê jî daxuyaniya çapemenî bidin. Îro ne tenê Îmralî an jî li girtîgeh, tevahiya Kurdistanê di bin tecrîdê de ye. Bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bidawî bibe. Heta ev tecrîd bi dawî nebe, wê tecrîd û îşkenceya li girtîgehan jî bi dawî nebe. Ez ji vir bang li wezareta edaletê, serokomar û hemû kesê dikim; "Bila xwe bixîn cihê me û zarokên me."

‘Çi ji destê bê em ê bikin'

Halîme Topuz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zarokên me her roj li ber çavên me dihelin. Pêvajoya borî 6 meh tevlî bûn, em di vê pêvajoyê de her roj çawa piştgirî dan, emê niha jî piştgirî bidin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Bila hemû malbat, hemû gelê me ya welatparêz werin li vir û piştgirî bidin me. Îro di navbera hebûn û tunebûnê de şer tê meşandin. Em li vir in, em hene û hertim li pey zarokên xwe ne.”

'Em ji bo bibin dengê girtiyan li vir in'

Xizma girti Meryem Soylu jî, dest nîşan divê hemû gel bibin dengê girtîgehan û bang kir. Meryem Soylu, diyar kir şikandina tecrîdê di destê gel de ye û ev jî bi têkoşînê pêkan e û da zanîn divê hemû bar li ser girtîgehan neyê hiştin. Meryem Soylu, anî ziman divê nobeta hatiye dest pê kiriy neyê asayîkirin û wiha got: “Keça min li girtîgehê tê ragirtin. Ez di serî de ji hemû malbatên ku tevlî vê nobetê bûne û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne slavên xwe dişînim. Bila tu kes li hemberî van polîtîkayên hovane yên li ser gelê Kurd tê meşandin bê deng nemîne. Girtî jî ji bo rawestîna vê yekê dest bi grevê kirin. Em îro ji bo bibin dengê wan li vir in. Greva birçîbûnê bû çareya wan dawî. Ji ber ku li hundir kes dengê wan nabihîse. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî tevî cezayên wan bidawîbûne jî nayên berdan."

‘Girtî di nava tecrîdê de tecrîdê jiyan dikin’

Meryem Soylu ku bi banga gel ya piştevaniyê axaftina xwe bi dawî anî û wiha got: “Ev çalakî gelek pîrozin, lê belê divê em dengê xwe bigihînin hemû kesê. Divê hemû malbat û hemû gel ji vê tecrîdê re bêjin raweste. Ger em vê tecrîdê bişkênîn wê ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Hemû tişt di destê me gel deye, ji ber li vê derê ez bang li hemû gelan dikim. Ji bo zarokên xwe divê em li vêderê bin. Di çalakiyên ku berê nîha hatin kirin de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê em vê qebul nekin. Hemû girtî nexweş û dibin îşkenceyê dene. Di nava çar dîwaran de di nava tecrîdê de tecrîdê jiyan dikin. Ev rewş qet ne di xema berpirsan dene. Divê em tecrîda li Îmralî û tecrîda li girtîgehan bişkînin. Divê em êdî bêjin rawest e.”

‘Em hemû kesên xwedî wijdan daxwazî vêderê dikin’

Herî dawî hevseroka TUAY-DER a Şaxa Amedê Hatîce Guneş derbarê nobeta ku dayîn destpêkirin de wiha got: “Ji bo em piştevaniya girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine me dest bi vê nobetê kiriye. Îro ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan, li ser jin û civakê tecrîdek girankirî heye. Îşkenceya ku li beramberî girtiyan tê pêkanîn li tu cihê nayê pêkanîn. Ev rewş em hemû ji nêzde di şopînin û dibînin. Ji bo em ji vêre bêjin raweste em dixwazin bibin dengê vî dengî. Her roja ku em nebin dengê girtiyan wê girtî çalakiya xwe zêde bikin. Ji bo wê jî divê malbat û gel li girtiyan xwedî derbikevin. Emê hertim li gel malbatên xwe û girtiyan bin. Divê hemû kesên xwedî wijdan li kêleka mebin. Mînaka vê tecrîdê li ser ruyê cîhanê nîne, em jî her roj dibin vê tecrîdê de jiyan dikin. Îro kî bi azad dikare li kolanan fikrê xwe bêje. Di axaftinek herî biçûk de em wê kêliyê tên dorpêçkirin.”