KCDP: Di meha Mijdarê de 33 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigrin (KCDP); di meha Mijdarê de 33 jin hatin qetilkirin û 24 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 42’ê jinan ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) “Rapora xwe ya Meha Mijdarê” Cotmehê weşand. Li gorî raporê; di meha Mijdarê de 33 jin hatin qetilkirin û 24 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku ji 33 jinên hatine qetilkirin 9 jê ji ber hincetên weke daxwaza hevberdanê, redkirina lihevkirinê, redkirina têkiliyê, 2 jin bi hincetên aborî û yek jî ji ber parastina dayika xwe bi dayikê re hat qetilkirin. Nehatiye zanîn 21 jin bi kîjan hincetan hatine qetilkirin.

Ji sedî 42’ê jinan ji aliyê mêrê pê re zewicandîbûn ve hatine qetilkirin

Ji 33 jinên di meha Mijdarê de hatin qetilkirin 14 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî ne, 4 ji aliyê mêrekî berê yê zewicî, 2 jin ji aliyê merê bihevra, 2 jin ji aliyê mêrê berê pê re bû, 1 jin ji aliyê birayê xwe, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Kiryarê jinek jî nehat zanîn. Li gorî daneyan ev meh ji sedî 42’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne hatin qetilkirin.

Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin

Ji van jinan 23 li mala xwe, 3 li kolanê, 3 li cihek tenha, yek li qada giştî, yek li otelê û yek jî di wesayîtê de hatin qetilkirin. Ji sedî 70’ê jinên di meha Mijdarê de hatin qetilkirin li malên xwe hatin qetilkirin. Ji sedî 20’ê jinên di meha Mijdarê de hatine qetilkirin bi çekê, 7 bi amûrê birînê, 3 bi fetisandinê û 1 jî bi lêdanê hatin qetilkirin. Nehat tesbîtkirin 2 jin çawa hatin qetilkirin. Ev meh ji sedî 61’ê jinan bi çek hatin qetilkirin.

'Em ê çîrokên wan nedin ji bîr kirin’

Di rapora ku hate bibîrxistin Serokomar Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de diyar kir vekişîna ji Peymana Stenbolê bandorek herî biçûk a neyînî jî nake de, wiha hate gotin:

“Ji 21’ê Adara 2021’ê peyman hat betalkirin heta niha 833 jin hatin qetilkirin û 646 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Em ji Serokomar dipirsin: Gelo qetilkirina 833 jinan a ji aliyê mêran ve ne pêşketinek neyînî ye? Em ê ji bo her jina hatin qetilkirin têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê çîrokên wan nedin ji bîr kirin."

‘Wê jin tu carî nehêlin dest bidin 6284’an’

Di raporê de hate dest nîşan kirin Serokomarê ku ji bo Peymana Stenbolê van tiştan dibêje, bi hejmara 6284’an pesnê xwe dide û wiha hate gotin:

“AKP jî dizane ku nikare dest bide 6284’an a ku kesên di pêvajoyê hilbijartinê de lihevkir acîz dibin. 6284’an bi têkoşîna jinê ya li vî welatî hat bi dest xistin, jinên ku ji bo jiyan bikin xwedî li mafê xwe derdikevin, dê tu carî nehêlin kes dest bide 6284’an. Em nahêlin AKP’ê 6284’an wek malzemeya reklam û propagandayê bikarbîne. Yekane erka we pêkanîna 6284 e. Li gorî daneyên me di 11 mehên ewil ên sala 2023'an de di sedî 9’ê cînayetên jinan de tevî ku jin serî li polîs an jî dozgeriyê dane jî, hatin qetilkirin. Di heman axaftinê de hat diyarkirin di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de derfeta herî mezin malbat e. Tenê di meha Mijdarê de 17 jin di nava malbatê de hatin qetilkirin.