Makbule Ozer: Girtîgeh dûrî şertên mirovî ne

Makbule Ozer a 82 salî ku piştî 254 rojan cezayê xwe temam kir, hat tehliyekirin got ku li gel zarokek 3 salî û Hanîfe Arslan a 75 salî li heman qawîşê maye û diyar kir ku girtîgeh ne di şertên mirovî de ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Makbule Ozer a 82 salî li navçeya Artemêtana Wanê di roja 9’ê Gulana 2022’an de bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ hat girtin û di roja 7’ê îlona 2022’an de hat tehliyekirin. Piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ di 22’ê Nîsana 2024’an de careke din hatibû girtin. Makbule Ozer piştî 254 rojan cezayê xwe temam kir, di 31’ê Tebaxê de hat tehliyekirin.

Makbule Ozer diyar kir ku li gel girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 75 salî û zaroka bi navê Şahane ya sê salî di heman qawîşê de diman û bi gotina “Ji ber em Kurd in nabêjin pîr û zarok in vê dikin” tiştên jiyane ji ajansa me re anî ziman.

‘Rewşa dayika Hanîfe nebaş bû’

Makbule Ozer da zanîn ku girtiya nexweş Hanîfe Arslan hema bibêje her roj di bin nexweşxaneyê lê belê di tedawiya wê de tu pêşketinek çênabe. Makbule Ozer bi gotina; ‘Zivistanê cuda û havînê cuda pirsgirêk hene’ anî ziman ku cihê girtiyên nexweş û zarokan ne girtîgeh e û herî zêde ciwanên ku li pey xwe hiştine difikire. Makbule Ozer diyar kir ku piştî hat tehliyekirin der barê wê de biryara kontrola edlî hatiye dayîn û di hefteyê de 4 rojan diçe qereqolê îmze davêje û wiha got: “Li girtîgehê rewşa min û dayika Hanîfe nebaş bû. Ew her roj diçû nexweşxaneyê lê belê piştî demekê wexta min fam kir tiştek nehatiye guhertin min nexwest biçim nexweşxaneyê. Di hundir de xwarin gelek xirab bû. Ji ber wan xwarinan bi her kesê re nexweşiyên cuda derdiketin. Her roja ku diçû nexweşî û êşên dayika Hanîfe zêde dibûn tu guherînek çênedibû. Siharê diçûi bi şev dihat. Dema dihat li ser ranzeya xwe radiza di nava êşan de dinaliya.”  

‘Ne ji bo xwe herî zêde ji bo ciwanan xemgîn dibûm’

Makbule Ozer destnîşan kir ku ji girtîgehê bi 3 poşet dermanan derketiye û nexweşiyên wê girantir bûne. Makbule Ozer wiha got: “Di hundir de du caran ez ji ranzayê ketim xwarê, min serê xwe li erdê da, ne tenê ew hem hewa hem jî xwarinên wê mirovan nexweş dikir. Ne ji bo xwe û yên din, herî zêde ez bi ciwanan xemgîn dibûm. Girtîgeh ne cihekî ciwan lê bimînin e. Jixwe lingê min seqet e, ez rûdiniştim heta şevê lê ew ciwan li wê derê çawa îdare dikin. Herî zêde ez ji bo wan ciwanan xemgîn dibim. Dema ew nexweş diketin ez xirabtir dibûm. Qawîş zivistanê gelek sar û havînê jî gelek germ in. Havîna me cilê xwe şil dikir me wisa îdare dikir, zivistanê jî bi deh betaniyeyan em piçek germ dibûn.”

‘Ez li gel zarokek 3 salî dimam’

Makbule Ozer destnîşan kir ku bi zarokek 3 salî yê li gel dayika xwe re di qawîşê de diman û wiha domand:

“Di girtîgehê de mirovên ji her temenî hebûn. Zarokek bi navê Şahane hebû. Her dem dihat gel me digot ‘Ez li vê derê çi dikim.’ Di hundir de qet sebra wê nedihat. Ne tenê li qawîşa me, di qawîşên din de jî gelek zarok hebûn. Tenê tişta dikir temaşekirina televîzyonê bû, hinek deman hêk û biskiwît ji wan re dianîn. Zarok zarokek xweşik bû dema ez derketim destûr nedan xatirê xwe jî bixwazim. Bi xwe cilên min xistin poşeta çopê min danîn ber derî.”

 ‘Morî ji laçika min vekirin û careke din dan min’
 

Makbule Ozer da zanîn ku li girtîgehê leşkeran gopalê wê her tim weke çekekê didîtin û carekê gotine ‘tu gopalê xwe nadî me?’ wê jî bersiva ‘hûn çeka xwe bidin min ez jî wê gopala xwe bidim’ daye wan. Makbule Ozer destnîşan kir ku carek li girtîgehê laçikek ji moriyên kesk, sor û zer çêkiriye lê belê ew laçik ji aliyê gardiyanan ve jê hatiye girtin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Laçika  min birin û piştre moriyên wê jê derxistin dan min. Tu sûcek min û dayika Hanîfe û wê zarokê tunebû. Tevî tu sûcek me tunebû jî em di girtîgehê de man. Cihê me ne girtîgeh e, ji ber em Kurd in vê dikin, girtîgeh tije Kurd in. Girtîgeh ji bo nexweş û ciwanan ne qet nabin. Divê hemû girtiyên nexweş û zarok werin tehliyekirin.”