Mafên girtiyên di greva birçîbûnê de tên binpêkirin

Di rapora ku Koordînasyona Şopandin û Çavdêriyê ya Greva Birçîbûnê ku têkildarî 12 girtîgehan amade kir de hat diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên û bang li berpirsan kir.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Şopandin û Çavdêriya Greva Birçîbûnê, rapora têkildarî 12 girtîgehan bi daxuyaniya çapemeniyê li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê eşkere kir.

Di raporê de Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Oltû ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên 1 û 2 ên Dûmlû ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê cih girt. Endamên koordînasyona Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) beşdarî daxuyaniyê bûn.

Binpêkirin zêde dibin

Ji koordînasyonê parêzer Mûstafa Ozoral binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di çalakiya greva birçîbûnê de ne rêz kirin. Mustafa Ozoral, da zanîn ku li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane nayên kirin, hin caran kontrolên tenduristiyê ji aliyê bijîjkê revîrê ve nayên kirin, li hin girtîgehan jî îaşeyên weke mast û ava fêkiyan nayên dayîn.

‘Nêzîkatiya her girtîgehê cuda ye’

Mustafa Ozoral, bal kişand ku îaşeyan nadin girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tên ragirtin û diyar kir ku girtiyan ji wan re gotiye ku vîtamînên B1 û B12 nadin wan. Ozoral, anî ziman ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê cezayên disîplînê yên weke “ji aktîvîteyên çandinî û sporê bêpar hiştin” , “ji amûrên ragihandin û agahdarkirinê bêpar hiştin û sînordarkirin” didin girtiyan û wiha got: “Nêzîkatiya her girtîgehê ya li dijî girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne cuda ye, îaşeyên li gorî grevê nayên dayîn, her girtiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike bi lêpirsînên dîsîplînê re rûbirû maye û binpêkirinên pê re rûbirû dimînin bi ragihandina girtiyan hatiye tesbîtkirin.”

‘Pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ya vekirî ye’

Mustafa Ozoral, destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û wiha berdewam kir: “Em tînin bîra Wezareta Dadê û saziyên têkildar ji bo ku di demeke herî kurt de bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin re hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bînin. Pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye. Girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên girtin jî bi girtiyên din ên li girtîgehên Tirkiyeyê yên din tên girtin re xwedî heman mafan e.”

‘Bila tecrîd bê rakirin’

Mustafa Ozoral, xwest ku tecrîd were rakirin û ev tişt gotin: “Çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û pêkanîna qada siyasî ya demokratîk, bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li gorî mevzûata qanûnî ya heyî û hebûna sîstemeke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adîl, ve girêdayî ye. Aşkere ye ku pêşeroja Tirkiyeyê encax bi qebûlkirina nirxên hiqûqî yên demokratîk û gerdûnî re dikare weke zîhniyeteke dewletê bê ewlekirin.” Mustafa Ozoral, bang li rêveberiyên girtîgehan jî kir û ev daxwaz rêz kirin:

“*Ji bo her girtiyekî ku dest bi greva birçîbûnê dike divê ji aliyê doktorê girtîgehê ve dosyayeke tenduristiyê bê amadekirin û kontrola tenduristiyê ya rojane bê kirin û di dosyayên wan de bên qeydkirin

* Di çarçoveya daxwaza girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de di dema grevê de îaşeyên weke “xwê, şekir, karbonat, ava fêkî, dew û mast hwd.” rojane têra girtiyan bê dayîn. Dîsa divê rojane weke 2 tabletan bi komî 500 mg û vîtamîna B1’ê teqez were dayîn.

* Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne agahiyeke têrker li ser grevên birçîbûnê hebe, nota agahdarkirinê ya bi sernavê “Di dema greva birçîbûnê de mijarên divê li ber çavan bên girtin” a ji aliyê Yekitiya Bijîşkan a Tirk ve di çarçoveya mafên tenduristiyê de hatiye amadekirin divê ji her girtiyan re bê dayîn.

* Divê lêpirsînên dîsiplînê yên hatine destpêkirin demildest paş ve bên kişandin.”