Lîstikvana Îranî Hadih Tahrani bertek nîşanî kiryarên hikumetê da
Lîstikvana navdar a sînemaya Îranê Hadîh Tahranî, li ser nivîsên hatine weşandin fermanên ku ji bo xwepêşanderan hatine dayîn nerazibûna xwe anî ser ziman.

Navenda Nûçeyan - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina jina emînî despêkir di roja xwe ya 115’an de ye. Rûxmê bi hezaran girtî û îşkenceyên komara devleta Îslamî ya Îranê gel qadên serhildanê naterikînin û bi biryarin ku sîstema heyî a ku ti feyda xwe ji civakê re nîne ji holê rakin. Li aliyekî din nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên dij mirovî jî her ku diçe zêde dibe, li Îranê gelek lîstikvan piştgirî da serhildanê jinan û bertek nîşanî îşkence û gitinan dan.
Lîstikvana navdar ya sînema Îranê Hadîh Tahranî jî ji ber komkujiyên ku devleta Îranê li ser jinan û gelan dide meşandin rexne kir û nerazîbûnê xwe anî ser ziman.
‘Ez welatiyek bêçek ya şîna ewqas êşan jiyan dikim e’
Hadîh Tahranî ku her tim xwe ji gel dibîne destnîşan kir ku xwepêşander bê çek in û bang li “rayedarên bêkêr” û rayedarên din kir û wiha got: "Ez welatiyek bêçek im ku şîna ewqas êşan jiyan dikim. Ez ji xeletiyên parêzer û efserên qanûnê re matmayî dimînim... Û hûn rayedarên bêkêr, hûn ku dadmendên bêrehm û hûn mêrên olî yên bêdeng ku li gorî nêrinê berjewendiyên xwe aqilmendî nafikirê, pirsek min heye; Hûn ê bêyî ku li ewlekariya rast a can, mal û canê van mirovan bifikirin û fêrî xizmetkirina mirovên zindî nebin, çawa xizmeta ecdad û îmam, pêxember û olên xwe bikin?”