Kurdên li Beyrûtê komkujiyên Parîsê şermezar kirin
Komeleya Çandê ya Newroz û Komeleya Jinê ya Jin, komkujiyên di 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hatin jiyîn kirin şermezar kirin û xwestin ji berpirsyaran hesap bê pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Komelya Çandê ya Newrozê û Komeleya Jinan a Jin du qetlîamên li paytexta Fransa Parîsê hat jiyîn, şermezar kirin.
Di 9'ê Çileya 2013'an de damezrîna PKK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û 23’ê Kanûna 2022’an jî Endama Konseya Rêveber a KCK'ê û di heman demê de yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.
Mêrasîma bîranînê li navenda Komeleya Çandê ya Newroz a li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat pêkanîn. Di mêrasîma bibîranînê ku Kurdên li Lubnanê tevlî bûn de metna hevpar a çapemeniyê hat xwendin.
Di daxuyaniya ku hate diyar kirin heta edalet pêk bê, dê jinan rêya Sakîne Cansiz û hevalên wê bişopînin de wiha hat gotin: "Kiryarên komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn eynî ye. Dewleta Tirk pêşengiya êrîşan dike. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku şert û mercên vî sûcî eşkere bike, ji kiryaran hesapirsê, navendên Kurdan ji hedefên Tirkan biparêze û parastina siyasetmedarên Kurd hemû tedbîrên qanûnî bigre. Em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên jinan ên ku ji edalet û azadiyê bawer dikin, dikin ku li gel doza Kurd û doza azadiya jinê bin."