Li Zirganê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Broşur hat belavkirin

Kongra Star di çarçoveya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" de li kolanên Zirganê û malên wê, broşurên têkildarî tundiya li ser jinê belavkirin.

Zirgan – Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Kongra Star li bajarê Zirganê a Kantona Cizîrê, di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de broşur belav kirin.

Endam û rêveberên Kongra Star îro, di saetên berî nîvroyê de dest bi belavkirina 200 broşuran kir. Naveroka broşuran wiha ye ku cûre û şêweyê tundiyê tîne ziman ku tê de baldikşînin ser tundiya fêzîkî a ku li ber çavan tê dîtin, lê tundiya aborî, derûnî, hestiyarî û tundiya çandî ancax bi bi têkoşîna jinan dikare were dîtin. Heman wextê de girîngiya têkoşîna jinê bi perspektîfên hevjiyana azad li hember jin û zilamtiya ku bi feraseta zayendperestiya civakî hatiye avakirin re hatiye ziman. Herwiha rê û rêbazê xwe gihandina saziyên jin û saziyên civakî jî hatiye nîşandan ku jin li hember tundiyê dikarin, serî li van saziyan bidin û xwe zana bikin.

Broşur li kolanan û li malan giha 200 jin û mêran

Têkildarî vê mijarê Rêvebera Komîteya Edaletê a Kongra Star Meryem Qasim axivî. Meryem Qasim jî got ku heta jinek girtî ango bi tundiyê re rûbirû tê hebe û li kîjan welatî dibe bila bibe wê têkoşîna wan raneweste û wê ti jin azad nebin. Meryem wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi armanca danesîna cûreyên tundiya li dijî jinê û rê û rêbazên xwe gihandina saziyên pêwindîdar, em îro li Zirganê broşuran belav dikin. Me bruşor li firoşgehan, erebe û rêwiyan, li her kesê di kolanê de û heta jin û mêrên di malan de belavkirin."

'Ne wekî semîner û civîna ye bruşor bêtir tê xwendin' 

Li ser girîngiya bruşoran jî Meryem Qasim wiha bandora wê anî ziman: "Me xwest herî zêde ev bruşor bighêje ber destê mêr û ciwanan û kalan da ku herî zêde ew bixwînin û bikevin ferqa tundiya ku îro li dijî jinê di hundir malan û her derê de, dide meşandin. Ji ber ev bruşor di mal de be, wê bala her kesî bikşîne ku bixwîne û wiha bandorê wê zêde ye, her kes dixwîne, ne wekî lidarxistina semînerek an jî civînekê ye."

'Bêdeng nemînin’

Meryem Qasim da zanîn ku divê jin dîwarê tirsê û bêdengiyê bişkînin û wiha pêl da gotina xwe: "Saziyên me hene, divê jin serî lê bidin dema ku rastî tundiyê hatin, divê ku bêdengiyê ji xwere hilnebijêrin, ji ber bêdengî wê jina ku rastî tundiyê tê ber bi destdirêjî û qetilkirinê ve bibe. Deriyên Kongra Star û Mala Jin her dem vekirî ne, bê guman wê her jin bighêje mafê xwe."

Mezinkirina têkoşîna jin li hember mêr û dewleta Tirk

Meryem Qasim êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajar û gundewarên Zirganê bibîr xist û êrişên dagirkeriyê jî cûreyek ji cûreyên tundiyê binav kir û wiha banga têkoşînê li jinan kir: "Êrişên dewleta Tirk tundiyeke ser jinê û xwezayê ye, li vir tenê derbas nabe ev dibe sedema tundiya di hundir malbatê de jî, pirsgirêkên aborî zêde dike û pirsgirêkên di navbera jin û mêr de hîn kûrtir dike û dighêje asta hevberdan û pirsgirêkên cûrbecûr. Aliyek Tirk aliyê din jî mêr, her du jî barê jinan girantir dikin û tundiyê mezin dikin. Lê li vir têkoşîna jinan deh qatî zêde dibe, ger jin îro li hember mêr û êrişên mêr-dewletê li ber xwe nedana, wê rewş pir talûke be. Ji lewra banga min ji bo hemû jinan heye ku bêdeng nemînin, li hember êrişan hîn bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. Pêwîste têkoşîna di warê wekheviya di navbera jin û mêr de hîn girîngî jêre were dayin, di bingeh de jî divê ku mêr dest bi têkoşîna guhertina hişmendiyê bike."

Mêrên Zirganê: Rêzê ji jinan re bigrin

Dema ku jinan bruşor belav dikirin, bi kurtasî mêran wiha nêrîn dan: "Divê mêr ne dîktator be, jin û mêr wekhev in, divê wekhevî serwer bibe. Divê ku bêrûmetî li jinê neyê kirin û baweriya di navbera jin û mêr de qet kêm nebe. Pêwîste ku mêr rêzê ji hevjîna xwere bigre, ji ber wê temenekî bihevre derbas bikin, dibe bigihêje sed salî jî."