Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên şaredariyan çawa dinirxînin?
Jinên ku xebatên şaredariyên girêdayî Rêveberiya Xweser nirxandin, destnîşan kirin ku gelek xebatên baş hatine kirin, lê ji ber bandorên şer ên xirab hê jî gelek kêmasî tên jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Şaredarî saziyên xizmetguzariyê ne ku bajar û gundên derdorê pêş dixin, jîngeh û kolanan baştir dikin, tesîsan û bazaran organîze dikin, her wiha tiştê ku sûdê dide welatiyan peyda dikin. Ji şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an vir ve, li bajarên ku ji destê rejîma berê ya Sûriyeyê derketine wek Hesekê, Qamişlo û Kobanê, sîstema kar guheriye. Ev sîstem bi têkçûna DAIŞ'ê û ragihandina Rêveberiya Xweser a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bû. Kar li gorî sîstemeke federal dest pê kir û piştî ku sîstema navendî hat rakirin, şaredarî bûn bingeha civakê.
Di vê raporê de, ajansa me bi riya nerînên çend jinan, hewlên ku ji aliyê şaredariyên kantonên Dêrazor, Tebqa, Reqa û Hesekê ve hatine dayîn, her wiha kêmasiyên di xizmetkirina ji bo welatiyan de dinirxîne.
Şaredariyên li kantona Dêrazorê di çêkirina rêyan de kêm mane
Taxa El-Rewaq a li bajarê Hecînê, li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê ye. Ev herêm di salên dawî de di bin bandora giran a şer de maye, di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye binesaziya wê. Tevî destpêkirina hin projeyên xizmetguzariyê jî, hê jî çend tax ji kêmbûna rê û ji ber xizmetguzariyên bingehîn astengiyan dikşînin.
Aîda El-Colan ku li taxê rûniştiye ragihand ku kolana ku xaniyê wê lê ye xizmetê dide 170-180 malan û zêdetirî 575 xwendekar li sê dibistanan belav bûne. Aîda El-Colan wiha got: "Divê ev rê were asfaltkirin û tamîrkirin. Zarokên me her zivistan rastî qezayan tên û niştecih jî ji ber şikestinên li kolanê zirara domdar a otomobîl û motorsîkletan dikşînin. Ev rewş niştecihan neçar dike ku ji bo tamîrkirina otomobîlên xwe gelek pere xerc bikin, ku ev yek jî barê malbatan girantir dike. Divê kolanên sereke yên taxê bên asfaltkirin û planeke lênêrîna birêkûpêk pêk bê ji bo pêşî li zirarên pêşerojê bigrin. Her wiha hevgirtin û hevkariya di navbera niştecihan û şaredariyê de ji bo misogerkirina berdewamiya xizmetguzariyan girîng e."
Şaredariyên Kantona Reqayê û ji nû ve avakirina binesaziyê
Suad Wîso ya ji kantoan Reqayê ye derbarê rola şaredariyê ya di pêşxistin û pêşvebirina rastiya civakî de axivî. Suad a ku got "Xebata şaredariyên herêmê bi bandor û rasteqîn e” da zanîn ku beşdarî pêşveçûna civakê û ji nû ve avakirina binesaziya ku di dema desthilatdariya DAIŞ'ê de zirar dîtibû û bi tevahî wêran bûbû, bûye. Suad diyar kir ku şaredarî hemû xizmetên teknîkî û veberhênanê û pêdiviyên xizmetê pêşkêş dike û wiha pê de çû: “Di nav de ji nûve avakirina pirên kevin ên li bajar û gundan jî hene. Ev pir, wek riyên stratejîk ên ku bajaran bi hev ve girê didin tên hesibandin. Herî dawî jî pira Reşîd hat nûkirin. Her wiha tax û bazaran organîze dike û bihayên dikanan kontrol dike."
Rola jinan a di şaredariyan de
Suad Wîso derbarê rola jinan a di nav sîstema şaredariyê de jî destnîşan kir ku jinan di nav Yekîtiya Şaredariyan de roleke berbiçav û girîng lîstine û ev agahî dan: “Di hemû ofîs, beş û komîteyan de û di hevserokatiyê de bi awayekî wekhev di biryardanê de beşdar bûne û li ser projeyên xizmetguzariyê yên li herêmê, nêrîn pêşkêş dikin. Ev jî di temsîliyeta jinan a di hemû aliyan de û di pêşxistina rastiya xizmetguzariyê de roleke girîng lîstiye. Jin di sîstema şaredariyê de, ku berê tenê ji mêran re hatibû destnîşankirin, nehatibûn temsîlkirin û rolek nedilîstin. Lê piştî pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk, jinan di xebata şaredariyan de roleke mezin û girîng lîstine."
'Divê şaredarî ji xizmetên xwe xurtir bike'
Suad Wîso da zanîn ku tevî xizmetên şaredariyan hê jî bi pirsgirêkên xizmetguzeriyê re rûbirû ne û bi van gotinan behsa pirsgirêkên ku dijîn kir: "Em ji avêtina çopê ya li cihên giştî, tesîs û parkan zehmetiyan dikişînin. Ji ber vê divê leza xebatê di warê kampanyayên paqijkirina kolanan û cihên giştî, dabînkirina wesayîtên çopê û çandina daran de were zêdekirin. Divê civak li ser zirara avêtina çopê bi riya belavkirina broşûrên perwerdehî û şêwirmendiyê li ser girîngiya parastina jîngeh û xwezayê were perwerdekirin. Pêwîst e hemû kolan li herêmê werin asfaltkirin, ji ber ku di zivistanê de ji ber baranê golên avê çêdibe, dibe sedema qezayên trafîkê. Her wiha divê em li ser çareserkirina pirsgirêkên selebê û dabînkirina stûnên ronîkirinê ji bo hemû kolanan bi taybetî jî yên teng, bixebitin. Divê cihek taybet ji bo dikanan bê vekirin û projeyên aborî yên ku aboriya herêmê xurtir dike bên meşandin."
Pêşvebirina geştiyariyê li kantona Tebqayê
Li kantona Tebqayê jî Helîme El-Cuma bal kişand ser bedewiya bajarê li kêleka çemê Firatê. Helîme diyar kir ku divê Şaredariya Gel piştgiriyê bide projeyên li kêleka çemê Firatê, avakirina xwaringeh û otêlan û çêkirina riyan a ji bo kişandina geştiyaran. Helîme destnîşan kir ku peravên çemê Firatê gelek geştiyarên ji deverên derdorê dikişînin û wiha axivî: "Lê eger otêl û xwaringeh hebin, dibe ku hejmar mezintir be û gel wê ji derveyî herêmê werin. Girîng e ku projeyên çandiniyê ji bo zêdekirina bedewiyên li bajêr ku derfetên kar ji bo jinan peyda dike, bên destpêkirin. Her wiha girîng e ku bal were kişandin ser paqijiyê û civak di vê hewildanê de werin perwerdekirin. Her wiha riyên giştî li bajêr bên ronîkirin."
Proje hemû taxên bajarê Hesekê nagirin nav xwe
Dilvîn Eyûb a ji reseniya bajarê Hesekê ye da zanîn ku hin dever li bajêr tên paşguhkirin wek taxa wê ya Muşeyrafa ku riyên asfaltkirî û jeneratorên elektrîkê lê tunenin, li kêleka wê bajar bûye şahidiya projeyên pêşketî û got: "Vekirina parka 4'ê Nîsanê ji bo zarokên me cihekî baş e ku lê bigerin û bilîzin. Her wiha projeya çêkirina riya taxa Muftî jî cihê serkeftinê ye, lê divê li her taxekê projeyên bi vê rengî bên destpêkirin. Em bi hêvî ne ku şaredariya bajêr bêtir girîngî bide mijara paqijiyê. Kar li ser çêkirina kanalîzasyonê hatiye kirin, lê hê jî pêwîstiya riyan bi çêkirinê heye û taxa me bê jenerator e. Em van daxwazan ji şaredariyê dikin."
Di encamê de divê were zanîn ku ji ber pirsgirêkên ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rûbirû ne û gefên berdewam ên derve û hundirîn, herêm hin pirsgirêkan dijî.