Li Cezayîrê betlaneya bimûçe ya dayîkbûnê bû 150 roj
Li Cezayîrê betlaneya bimûçe ya dayîkbûnê bû 150 roj û li gor yasayê di rewşên krîtîk de jî wê heta 165 rojan bê dirêjkirin.

Cezayîr – Li gorî qanûnek nû ya ji aliyê rayedarên Cezayîrê ve hate pejirandin, betlaneya bimûçe ya dayîkbûnê bibe 150 rojan û di rewşên krîtîk de jî wê heta 165 rojan bê dirêjkirin. Ev zêdebûna di betlanê de, wê bibe sedem ku jin ji bo di pêvajoya beriya dayîkbûnê de him ji aliyê fizîkî û him ji aliyê derûnî de amede bibin û ji bo piştî dayîkbûnê baş bibin û pitikên xwe binêrin, wê zêdetir xwedî wext bibin.
Ofîsa Sekiqdehê ya girêdayî Fona Sîgortaya Civakî ya Neteweyî, ya bi armanca parastina mafên jinên karker û bihêzkirina parastina civakî ya malbatan gavekî girîng avêt, da zanîn ji bo ragihandina tedbîrên nû yê ji bo zêdekirina betlaneya bimûçe ya dayîkbûnê bibe 150 roj, kampanyayek daye destpêkirin. Her wiha biryar, tedbîrên taybet ên ji bo jinên pitikên wan di rewşa krîtîk de tên dinyayê, ji bo başbibin û lênêrîna pitikên xwe yên nû çêbûne, heta 165 rojan betlana taybet mîsoger dike, dihewîne.
Ev guhertinan, perçeyek a Qanûna bi hejmara 25-08 ya di 19’ê Hezîranê de hatiye pejirandin û temamkerê Qanûna Ewlekariya Civakî ya bi hejmara 83-11’an e. Li gorî vê qanûnê, dayikên karker mafê rojane sedî 100 betlaneya bimûçe ya dayîkbûnê qezenç dikin û di rewşa dayîkbûna pêşwext de jî dikarin bi temamî ji van mafan sûd werbigirin. Her wiha qanûn destûr dide ku betlaneya dayîkbûnê 42 rojan beriya dîroka dayîkbûnê destpê bike û derfetê dide jinan ku beriya dayîkbûnê di aliyê fizîkî û derûnî de xwe baştir amede bikin.
Ofîsa Sekiqdehê ya girêdayî Fona Sîgortaya Civakî ya Neteweyî, ragihand ku wê bi rêya medya û platformên dîjîtal kampanyaya xwe bidomîne û ji bo xwegihandina zêdetir jinên karker broşûrên ku reformen nû didin nasîn belav bike. Ev gav, di polîtîkayên parastina civakî yên li Cezayîrê de temsîlê guhertinek nîtelîk dike û hawirdorek ku dewletê pêdiviyên dayikên karker berçav digre û piştgirî dide hevsengiya di navber jiyana kar û malbatê de mîsoger dike.