Li Yemenê lûtkeya jinan: Hewceyî bi bihêzdarkirina jinan heye

Di nava krîza aborî ya berdewam li Yemenê de, Lûtkeya Jinan ragihand ku pêwîst e reformên aborî pêk bên û jin di cihên biryardayînê de hebin.

Yemen –  Gelê Yemenê bi salan e ku krîzek aborî ya dijwar dijî. Şerê berdewam û dabeşbûna siyasî bûye sedema hilweşîna avahiya aborî, zêdebûna bêhempa ya bihayên kelûpelên bingehîn û xirabbûna rêjeya hejarî û bêkariyê.

Di nav guherînên tund ên di bazara diravê Yemenê de û krîza berdewam a riyalê ku bandorek neyînî li ser jiyana bi mîlyonan welatiyan dike de, jin hewl didin ku jiyanek baştir ava bikin. Lûtkeya Jinan duh di daxuyaniyek de banga hêzdarkirina jinan a di biryardayîna aborî de kir. Lûtkeyê bi hişyariyek balkişand ser xetera razîbûna bi kêmbûna demkî ya rêjeyên diravên biyanî bêyî pêkanîna reformên bingehîn a ji bo çareserkirina kokên krîzê.

Divê polîtîkeyên li dijî gendeliyê bên meşandin

Lûtkeya Jinan balkişand ser girîngiya pejirandina polîtîkayên aborî yên domdar ên li ser bingeha têkoşîna li dijî gendeliyê û kontrolkirina darayiyên giştî jî. Lûtkeyê, di heman demê de yekkirina mekanîzmaya dayîna mûçeyên hemû karmendên dewletê, tevî personelên leşkerî û ewlehiyê, bi bîr xist û ragihand ku mûçe bi pereyê herêmî tên dayîn. Lûtkeyê destnîşan kir ku ev tedbîr dê bacan kêm bike û edaletê di nav civakê de bi dest bixe.

Bihêzkirina jinan di cihên biryardayîna aborî de girîng e

Lûtkeya Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser pêkanîna pêşniyarên ku Lûtkeyê berê kiribûn. Di nav van pêşniyaran de hêzdarkirina jinan a di cihên biryardayîna aborî de, yekkirina desthilata diravî, yekkirina saziyên darayî û aktîvkirina çavdêriya darayî, hene. Her wiha banga reformkirina qada elektrîkê ya bi riya xwe dispêre enerjiya paqij û ji nûve avakirina rafîneriyên Adenê ya ji bo xurtkirina binesaziya girîng, kir. Lûtkeya Jinan da zanîn ku aramiya aborî tenê bi hevrêzkirina polîtîkayên diravî û darayî û mîsogerkirina tevlîbûna wan a ji bo hemû beşên civakê, aktîfkirina mekanîzmayên hesabdayîna civakî û zêdekirina beşdariya jinan a di çavdêriya performansa aborî de, dikare were bidestxistin. Lûtkeyê da zanîn ku ancax, bi vî rengî pêşketina domdar û edaleta civakî mîsoger dibe.