Çalakiya jinên Beluc didome
Jinên Beluc, di roja 27’emîn a çalakiya xwe ya rûniştinê de, anîn ziman heta ku rastî tên qebûlkirin dê her tim parastina mafên xwe bikin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, di roja 27’an de didome.
Di çarçoveya çalakiyan de jinan heta ber deriyê Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê meş li dar xist. Di çalakiyê de posterên aktîvîstên Beluc û kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Çalakvanan, pankarta ku wêneyên aktîvîstên Beluc û nivîsa “Dawî li zexta civakî bîne. Lîderên BYC’ê berdin” li ser bû hilgirtin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Çalakiya me di roja 27’an de ye. Divê dewlet fêm bike ku bi hevrûnebûna rastiyan re xwe dixapîne. Heta ku rastî tên qebûlkirin dê miletê Beluc her tim parastina mafên xwe bike.”