Ji jinan bang: Divê tavilê tecrîd bidawî bibe
Jinên bajarê Qamişloyê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Zîndana Îmraliyê kiriye kaniya fikir û felsefeya jiyana azad û xwestin tecrîda li ser wî, bidawî bide.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Jinên Kurd destnîşan dikin ku bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşketinên girîng çêbûe, lê hîn ji aliyê dewleta Tirk ve gavên şênber ên ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatine avêtin. Jin dibêjin ku hîn jî bi awayekî sîstematîk tecrîd tê meşandin.
Jinên ji bajarê Qamişloya Kantona Cizîrê yên ji ajansa me re axivîn bal kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome û gotin divê tavilê tecrîd bidawî bibe.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sureya Mustefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tevî gelek tekoşîn û berxwedanan jî heta niha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e û wiha got: “Piştî 50 salên têkoşîn û berxwedaniya ji bo jiyanek bi rûmet û azad, piştî ku Rêber Apo projeyên demokratîk ji bo azadiya xwe û civakê pêşkêş kir, bi awayekî bi êş dewletên navnetewî Rêber Apo xistin zîndana Îmraliyê. Her tim tecrîdê li ser wî girantir dikirin. Rêber Apo zîndana Îmraliyê kir kaniya fikir û felsefeya jiyana azad. Bi sedan pirtûk derxistin û gelek nexşerê derxist ku nîşan dide civak çawa xwe birêve bibe û hemû pêkhate bi hev re bijîn.”
‘Ji aliyekî tenê aştî pêk nayê’
Sureya destnîşan kir ku ji bo hemû pêkhate bi hev re bijîn, Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk bipêş xistiye. Sureya got dewleta Tirkiyeyê tu gavên cidî navêje û wiha berdewam kir: “Banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk di nav hemû gelan û di jiyanê de hat qebûlkirin. Ev bang rastî gelek astengiyan hat, astengiyên kesên ku naxwazin aştî pêk were. Rêber Apo banga aştiyê bipêş xist ji bo ku civakek komînal were avakirin, xwe bi xwe birê ve bibe û projeyên desthilatdariyê têk biçin. Şandeya DEM Partiyê rênameyên Rêber Apo gihîştin dewlet û partiyên eleqedar ji bo parvekirinê heta projeyên xwe yê aştiyê bipêş bixe. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) banga Rêber Apo ya aştiyê û civaka demokratîk pêk anîn û kongreya 12’êmîn lidar xist, têkoşîna şerê çekdarî guhertin, bi awayekî siyasî û civakî têkoşîna xwe berdewam bike. Gerek dewleta Tirkiyeyê guhertinan çêke û gavên cidî bavêje li beramberî projeya aştî û civaka demokratîk, bi aliyekî tenê aştî pêk nayê.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye’
Sureya Mustefa da zanîn ku ji bo şerê cîhanê yê çekdarî zêdetir nebe, gerek dewleta Tirkiyeyê rewşa Rojhilata Navîn bi awayek cidî li ber çav derbas bike û wiha pê de çû: “Her dem qirkirin, kuştin û koçberî. Gerek ev pirsgirêk çareser bibin. Rêber Apo dixwaze civakek komunal ava bike û her kes bi wekhevî û aramî bijîn. Em wek jin têkoşînê zêdetir bikin, ji bo projeya aştî û civaka demokratîk pêk bînin, Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, Rêber Apo ji bo azadiya hemû civakê têkoşiya û bi taybetî ji bo azadiya jinê.”
‘Em jin dixwazin ku Rêber Apo fizîkî azad bikin’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Xêriya Xelef diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelek gavan davêje, lê ji aliyê dewleta Tirk û dewletên navnetewî ve tu gav nayên avêtin û wiha got: “Ev demek e Rêber Apo gelek gav avêtin, lê heta roja îro ji aliyê dewleta Tirk ve tecrîd li ser tê meşandin. Em jin dixwazin ku Rêber Apo fîzîkî azad bikin, em li kolanan in, berxwedan û tekoşîna me berdewam e. Daxwaziya Rêber Apo jiyanek, welatek azad e û dixwaze ku hemû pêkhate bi hev re, bi aştî, aramî û wekhevî bijîn.”
‘Rêber Apo bi fikrên xwe jinê ji kokê azad kir’
Delal Bedûr ku ji pêkhateya Ereb e jî anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinan e. Delal got gerek dewleta Tirk tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wiha axivî: “Rêber Apo bi fikrê xwe jinê ji kokê azad kir û hebûna jinê di her milî de ava kir. Ew, li dijî desthilatdariyê ye. Daxwaziya me wekî jin ew e ku em Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bibînin û dewleta Tirk gavên şênber bavêje ji bo rakirina tecrîta ku li ser wî meşandiye.”