Li Xezayê jin bi projeyan di warê aborî de xwe bi pêş dixin

Li Xezayê ji bo jinan projeya bi navê “Karê min min diparêze” hat pêşxistin. Bi vê projeyê hedef ew e ku jin di qada aborî û civakî de bi hêz bibin û di warê mafan de xwe bi pêş bixin, biparêzin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Tîma xebatê ya jinan bi projeya bi navê “Karê min min diparêze” jinan di aliyê aborî de bi pêş dixe, pêwîstiyên wan dabîn dike, şert û mercên jiyana wan baş dike û di heman demê de der barê mijarên tundiya ji ber zayendperestiyê de perwerde dide. Koordînatora projeyê Karam Abu Al-Hala da zanîn ku hewl didin derfetên kar ji bo gelek jinan çêbikin û dixwazin tundiya ji ber zayendperestiyê kêm bikin.

Karam Abu Al-Hala diyar kir ku tîma karên jinan li Şariaya Rojava û Şerîda Xezayê li dijî pandemiya koronayê di çarçoveya projeya bi navê “Parastîna awarte ya civakî” de xebata projeya ku bi navê “Karê min min diparêze” xistiye meriyetê û li 7 bajaran tê pêkanîn û got: “Di çarçoveya projeyê de me civîn û çalakî li dar xistin. Me rûbirû û bi riya zoomê civîn li dar xistin. Armanca me ya bingehîn a projeyê kêmkirina tundiya zeyendî û gihîştina jinan edaletê ye.”

‘Em dixwazin mafên jinan bên parastin’

Karam Abu Al-Hala der barê armanca xwegihandina kesên ku ji projeyê berpirsyar in de wiha got: “Em ji bo bihêzkirina jinan, kêmkirina tundiya zeyendî û avakirina hişyariyê, sîstema parastinê ya ji aliyê civakê ve tê meşandin bi hêz bikin dixebitin. Em dixwazin jin bigihîjin mafên xwe û xwe biparêzin.” 

 Kampanyaya parastina bi hêz

Karam Abu Al-Hala amaje kir ku Rêxistina Navneteweyî ya Xebatê (ILO) di benda 190 a peymana pêşîlêgirtina tundiya di jiyana kar de danasîna wê tê kirin û got: “Perwerdeya hişyarîkirinê, rênîşandan, xebatên atolyeyê û der barê bihêzkirinê de xebat hatin kirin. Ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine pêşniyarên avakirina torên parastinê hebûn. Saziyên xwecihî yên civakê û saziyên hevbeş ên civakê ketin nava pêkanîna vê projeyê. Bi taybetî ji bo destpêkirina kampanyaya parastina mafên jinan em bi hev re dixebitin.”

Nêzî 2 hezar jin hatin qebûlkirin

Karam Abu Al-Hala bi bîr xist ku hedefa wan bi projeyê ji herdu zayendan komên di navbera 18-45 salî de ye û wiha got: “Proje jinên li Şeriaya Rojava, Ramallah, Al-Bireh, Beytullahim, Salfit, Nablus, Kalkilya ve Cenînê digre nava xwe. Pîvanên hilbijartinê, bi taybetî jinên ku di aliyê aborî de bi bandor bûne  pêwîstiya wan bi dahata fînansî heye, heta niha 6 hezar û 227 jin hatine qeydkirin û ji vana 2 hezar û 633 hatin qebûlkirin. Çîrokên jinên ku ji projeyê sûd girtin û ceribandinên wan hene em lêkolîn dikin, bi rastî jin îlhamê didin, xwedî kêrhatiya rû birûbûn û berhemdayînê ne.

‘Ez gihîştim aramî û ewlehiyê’

Çalakvana mafên mirovan û feminist li kampa Tulkarem a li bajarê Hayfa Rana Obaid der barê xebatên xwe de wiha got: “Projeya ‘Karê min, min diparêze’ kêrhatiyên min ên zanistî û çanda min zêde kir. Di çarçoveya projeyê de gelek sazî û komeleyan der barê wekheviya zayendî û mijara hiqûqê de xizmeta şêwirmendiyê dan. Bi beşdariya projeye re şert û mercên jiyana min û aborî sererast bûn. Ji sala 2009’an ve ji dema ku min zanîngeh temam kiriye ve heta niha ez li karekî ku her meh dahata wê hebûya digeriyam lê belê ev hewldanên min bêencam bûn. Piştî ku ez ketim vî karî rewşa min a madî sererast bû, ez gihîştim aramiya ku min hîs dikir û dixwest.”

 Li dibistanan perwerde hatin dayîn

Kholousa Abu Alî jî wiha got: “Der barê mijara zayendperestiyê de min perwerdeyên cuda dît û di bin bane komên jinan û xwendekarên zanîngehê û komeleya çalakiyên jinan de dewreyên perwerdeyê der barê têgîna zayendê, tundiya aborî û mijara gefên bi riya medyaya dîjîtal de ji bo xwendekarên zanîngehê atolyeyên perwerdeyê min dan. Di çarçoveya projeya “Karê min, min diparêze” de li dibistanan perwerdeya zeyendperestiya civakî hat dayîn.”