Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 552

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê’ Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin 24 saetên dawîn de 44 kes zêde bû û bû 43 hezar û 552.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. 

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê di roja 400’emîn a êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî da. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "4 qetlîamên" ên ku Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê pêk anî de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve jiyana xwe ji dest dan bû 43 hezar û 552 û hejmara birîndaran jî bû 102 hezar û 765.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.