Li Xezayê hejmara kesên ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 23

Îsraîl zêdetirî 5 mehan e êrişên xwe yên li Xezayê berdewam dike. Li Xezayê hejmara kesên ku ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane bû 23. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku her saet 2 dayikên ku alîkarî nagirin jiyana xwe ji dest didin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve bênavber berdewam dikin. Îsraîl alîkariya ku tê herêmê asteng dike û li dijî gel birçîbûnê weke çekê bi kar tîne.

Berdevkê Wezareta tendirustiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra, der barê rewşa li Xezayê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku li nexweşxaneya Şîfa 3 zarokên din ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane bûye 23. Di daxuyaniya ji Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê ku herî dawî di 6’ Adarê de dabû, diyar kiribû ku 20 kesan ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

2,2 milyon kes bi xelayê re rû bi rû ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya der barê êrişên Îsraîlê de, hişyar kiribû ku 2,2 milyon kes rû bi rûyî metirsiya xelayê ne.   

‘Îsraîl hejmarek dayik û zarokan dikuje’

Raportorê taybet ê NY’ê Reem Alsalem di mijarên tundiya li dijî jin û zarokan de her wiha der barê rewşa jin û zarokên li Xezayê de axivî û got: “Divê her cure sûcên şer ku li Îsraîlê yan jî Filistînê tên kirin bi awayekî serbixwe û bêalî were lêkolînkirin. Divê ev sûc bê ceza nemîne.”

‘Her saet 2 dayik jiyana xwe ji dest didin’

Raportorê NY’ê da zanîn ku Îsraîl gelek dayikên li ber welidînê ne asteng dike, zarokên wan dikuje yan jî dibe sedem ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin û destnîşan kir ku Îsraîl bi taybetî dayikan dike hedef. Reem Alsalem di heman demê de diyar kir ku li Xezayê her saet 2 dayik jiyana xwe ji dest didin. 

 Rewşa jinan li Xezayê karesat e

Di êrişên Îsraîl yên li ser Zîvala Xezayê de heta niha herî kêm 8 hezar û 900 jinan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên NY’ê, nêzî milyonek jin û zarokên keç ji cihên xwe bûne. Zêdeyî 3 hezar jinan hevjînên xwe winda kirine û neçar mane berpirsyariya malbatê bigrin ser milên xwe. Di heman demê de NY’ê bal kişand ku rêjeya ducanîbûnê ku zêde ye, loma neçar dimînin bi sezeryanê ango bê anestezî wan biwelidînin. Her wiha ji ber tîbûn û birçîbûnê şîrê jinan tune ye û nikarin zarokên xwe bimijînin.