Ji 8’ê Adara Şengalê pêyamên jinan: Serkeftin a me ye

Jinên Êzidî û Ereb ên li Geliyê Kersê yê Şengalê bi şahiyeke girseyî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Dê serkeftin a me be.”

BÊRÎVAN ÇIYA

Şengal - Jinên Êzidî û Ereb ji hemû deverên Şengalê li Geliyê Kersê yê ser girêdayî Sinûnê kom bûn û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Di şahiyê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) peyamên girîng hatin dayîn. Her wiha stran hatin gotin û govend hat gerandin.

Li ser navê meclisa jinên Ereb Fatîme Mistefa peyam da û bi van gotinan 8’ê Adarê pîroz kir: “Di serî de ez vê roja watedar li Rêber Apo pîroz dikim. Ji ber ku bi saya fikir û felsefeya wî em îro Ereb û Êzidî bi hev re kom bûne û xwe birêxistin dikin. Em vê rojê li dayik û xwişkên şehîdan û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”

‘Em hemû têkoşeran silav dikin’

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Emîra Zozan jî peyameke da û wiha got: “Em hemû jinên têkoşer silav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Soza me ew e ku em ê jinên di destên DAIŞ’ê de rizgar bikin. Azadiya me weke jinên ciwan, azadiya fizîkî ya rêber Apo ye. Jin ji Rojava heya, Şengal, Başûr, Bakur û Rojhilat li ber xwe didin û destkeftiyên xwe diparêzin. Ev berxwedana wan hêz û cesaretê dide me.”

Nîsan Xelef ku beşdarî Şahiyê bibû bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Îro em li geliyê kersê amade ne û roja xwe 8’ê adarê pîroz dikin. Ez 8’ê adarê li hemû dayikan û gerîlayan serok Apo pîroz û hemû jinan pîroz dikim.”

Meyan jî 8’ê Adarê di serî de bi hêviyên azadiyê li her kesê pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Li hemû zindaniyan pîroz dikim û hêvî dikin ku salek din hemû zindanî li derve bin û em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin. Hêviya me ji Xweda ew e ku saleke din weke îro em 8’ê Adarê bi Rêber Apo re pîroz bikin. berê me tevan digot Îd El-Mera (roja jinan) me bi Erebî digot û me wateya wê nizanibû lê îroj em hemû dibêjin roja jinê, em bi zimanê xwe dibêjin.”