Li Xezayê di 24 seatan de 67 kes hatin qetilkirin

Di Xezayê de di 24 saetên dawî de 67 kes jiyanê ji dest dan. Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyanê ji dest didin, gihîşt 64 hezar û 522 kesan.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Çileya 2023’an ve li Zîvala Xezayê da destpêkirin de, hejmara kesên ku jiyanê ji dest didin zêdetir dibe. Li gorî agahiyên fermî yên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de 67 zêdetir bû û gihîşt 64 hezar û 522 kesan.

Wezareta Tenduristiyê agahiyên dawî yên derbarê êrişan de ragihand. Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 67 mirî û 320 birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê. Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê piştî şikandina agirbestê ji 18’ê Adara 2024’an ve dide destpêkirin de, 11 hezar û 976 Filistînî jiyanê ji dest dan, 51 hezar û 55 kes jî birîndar bûn.

Kesên li benda alîkariyê ne hedef tên girtin
Di 24 saetên dawî de li Xezayê, di êrîşên li ser kesên ku li benda alîkariya mirovî ne de, 14 Filistînî jiyanê ji dest dan, 85 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên sîstematîk ên li ser Filistîniyan li xalên belavkirina alîkariya ku girêdayî Îsraîl-ABD ne, ji 27’ê Gulanê 2024’an ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 430 kesan, hejmara birîndaran jî gihîşt 17 hezar û 794 kesan.

Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Zîvala Xezayê heya niha didomîne de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 64 hezar û 522 kesan, hejmara birîndaran jî gihîşt 163 hezar û 96 kesan.

Di 24 seatên dawî de 6 kes ji birçîna mirin

Wezareta Tenduristiyê agahiyên derbarê kesên ku ji birçîbûnê jiyanê ji dest didin jî da. Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin di 24 saetên dawî de 2 jê zarok 6 Filistînî ji ber birçîbûnê û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest dane.

Li Zîvala Xezayê, ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên ku ji birçîbûnê jiyanê ji dest didin, 140 jê zarok, gihîşt 393 kesan.