Li Xezayê di 24 saetan de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Xezayê di nava 24 saetan de jin û zarok jî di nav de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Zîvala Xezayê bê navber didome. Midurê Giştî yê Tenduristiyê li Zîvala Xezayê Munir el-Burş têkildarî rewşa dawî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Îsraîl li dijî herêmên cûda yên Xezayê êrîşên dijwar pêkaniye û di êrîşên 24 saetên dawî de 98 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok û jin jî hene, hate îfadekirin ku hejmarek zêde Filistînî birîndar bûne.
Şahidên bûyerê ku derbarê êrîşan de axivîn anîn ziman ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de êrîşên dijwar li dijî mal û konên herêmên cûda yên Filistîniyên li Xezayê pêkanîne. Agahî hat parvekirin ku li herêmê li aliyekê ve xebatên rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane didome.
Tirên alîkariyê ket herêmê
Ofîsa Medya ya hikumetê li Xezayê, ragihand ku piştî ambargoya Îsraîlê ya 81 rojî, cara yekem 87 tirên alîkariyê piranî yên saziyên civaka sivîl û navnetewî ketiye herêmê. Hate diyarkirin ku alîkarî bi armanca pêkanîna pêwîstiyên mirovî, bi riya saziyên xwecihî û navnetewî bê belavkirin hatine şandin.
Li aliyê din tê îfadekirin ku ji bo gihandina alîkariyê li herêmên Bakur û Xezayê, li ser Korîdora Netzarin ya tê bi karanîn tu ketinek pêknehatiye, Artêşa Îsraîl ev rê girtiye. Di heman demê de hate diyarkirin ku 12 tirên girêdayî UNICEF xwarinên ji bo zarokan dihilgire û li bajarê Deyr el-Belah anîne xwar, 5 tir jî ji aliyê BAE ve hatine şandin şekir û madeyên cûda ên xwarinê dihilgire. Ofîsa Medya ya hikumetê da zanîn ku li Xezayê bi awayek lez rojane pêwîstî bi 500 tirên alîkarî û 50 tirên sotemeniyê heye, hatibû diyarkirin ku girtina deriyê sînor yê Îsraîlê xelayê kûr dike.
Ji hewa îlanên gefê tên avêtin
Artêşa îsraîl, li herêmên bakurê Xeza û herêmên din, ji hewayê îlanên gefê ku biçin başûr ji Filistiniyan re avêtine. Rêxistinên mafê mirovan yê NY û saziyên alîkariya navnetewî hişyariya ku êrîşên mijara gotinê yên artêşa Îsraîlê rewşa mirovî ya di felaketê de wê hê xirabtir bibe dan.