Li Xezayê di 24 saetan de 109 Filistînî hatin kuştin

Ofîsa medyaya hikumetê ya li Xezayê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 52 jê zarok, 23 jin, bi giştî 109 sivîl hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Ji ofîsa medyaya hikumetê ya li Xezayê li ser êrîşên dawî daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku di 24 saetan de 109 kesên sivîl hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku peymana agirbeste hatiye binpêkirin û hat ragihandin ku di êrîşan de 52 jê zarok û 23 jin bi giştî 109 sivîl hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de di navbera kesên hatine kuştin de 4 kesên extiyar û 7 kesên kêmendam hene.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de, hiqûqa navneteweyî bi tevahî hatiye binpêkirin, ‘înfazên bêdaraz ên giştî’ hatin şermezarkirin û bang li serokê DYE’yê Donald Trump hat kirin ku welatên garantör û civaka navneteweyî, ji bo Îsraîl li gorî agirbestê tevbigere tiştê pêwist e bikin.