Li Şengalê pêngav: Her xwekuştin fermanek e

Li Şengalê pêngava ‘Xwe nekuje, her xwekuştin fermanek e’ hat ragihandin.

Şengal – Li Şengalê ji ber sedema zêdebûna her cure tundiyê  her wiha xwekuştina jin û mêran Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Parka Şehîd Dijwar a Xanesorê, bi tevlîbûna endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêngava ‘Xwe nekuje, her xwekuştin fermanek e’ bi daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn a Kurdî ji aliyê Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Riham Hico ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civaka Êzidî bi taybetî jin û ciwan ji her alî ve rastî êrîşên şerê taybet tên û wiha hat gotin: “Em wekE jin û civaka Êzidî bi çand û baweriya xwe ya resen heta roja îro, dikaribûne bi nasname û hebûna xwe bijîn û xwe biparêzin. Me di oxira parastina wê de gelek berdêl dan, êş û azar kişandin. Fermana 74’an yek ji van trajediyan bû lê ruxmî van êrîşan jî me li ber xwe da û em tu carî ji çand û nasnameya xwe dûr neketin.

Di roja îro de civaka me di her alî de rastî fermana spî tê. Hem ji hêla siyasî, çandî û bawerî ve, di heman demê de jî bi riya şerê taybet û derûnî ev yek tê pêkanîn. Bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de tevahî civaka me dibe hedefa van êrîşan. Di encama van êrîşan de, di nava civaka me de pirsgirêkên civakî her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî di van salên dawî de xwekuştin di nav civaka me de pir zêde bûye. Em vê rewşê ji bo civaka xwe pir xeter û metirsîdar dibînin. Ev rewş di şexsê jin û ciwanan de zêdetir tê jiyîn. Li gorî hatiye lêkolînkirin sedemên xwekuştinê ji ber zexta malbatê, pirsgirêkên aborî, bêhêvîtiya li hemberî jiyanê, di bin navê hezkirinê de rizandina exlaqî û hwd. in. Ruxmî ku di bawerî û cewherê Êzdiayetiy de jiyana komînal û wekhev heye lê ya ku niha tê jiyîn dûrketina ji vê rastiyê ye.

‘Heya ev hişmendî neyê derbaskirin dawî li xwekuştinê nayê

Di daxuyaniya pêngavê de TAJÊ bal dikşîne ser polîtîkayên ku li ser jin û ciwanan tên meşandin û ev tişt vedibêje: “Dîsa bi riya bikaranîna telefon, înternet û medyaya dîjîtal ciwanên me ji rastiya çand û baweriya xwe tên dûrxistin û dibin hedefa şerê taybet. Piştî fermanê bi taybetî siyaseta koçberkirinê ya ji bo çûyîna Ewropayê bi gelek rêbazan li dijî civaka me tê meşandin. Rewşa gelê me yê li kampan dimînin jî bi heman rengî ye. Di wan riyên koçberiyê de li wan kampan gelek bûyerên li dijî çand û baweriya me di nava civaka me de bi pêş dikevin. Yên ku dibin qurbaniyên vê rewşê jin û mêr in. Di civaka me de bi qasî jinan, xwekuştina mêran jî pir tê jiyîn. Di nava malê de jî di her alî de jin rastî tundiya fîzîkî û derûnî ya zilam tên. Zewaca di temenê biçûk de jî pir berbelav bûye. Ev jî dibe yek ji sedema xwekuştina hem jinên ciwan û hem xortên ciwan. Di nava civaka me de zayendperestî, serdestiya mêr û paşverûtiyên civakî yên ku pêşî li newekheviya jin mêr vedikin tên jiyîn. Heta ku ev zihniyet neyê derbaskirin wê dawî li xwekuştinan jî neyê. Wê civakeke azad û wekhev neyê avakirin. 

Weke civak divê bi ruhê seferberiyê em demildest li ser vê rewşa ku tê jiyîn rawestin. Divê ev rewş asayî û wekî qederê neyê dîtin û pêwist e her yek ji me bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Di serî de divê her malbateke me xwe ji perwerdekirina zarok û ciwanan berpirsyar bibîne. Ji ber ku ciwan pêşeroja civaka me ne û parêzvanên çand, nasname û baweriya me ne.”

‘Kuştina her jinek sedama şoreşê ye’

TAJÊ di daxuyaniyê de bal dişîne ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje ‘kuştina her jinek sedema şoreşê ye’ û wiha pêde diçe: “Bi navê tevgera jin, Rêveberiya Xweser û tevahî sazî û dezgehên wê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka me, em xwe berpirsyar dibînin. Çawa ku em di nava 11 salan de li hemberî her cure êrîşên siyasî, civakî, fîzîkî û çandî li ser piyan man û em ji civaka xwe re bûn hêz û îradeya çareseriyê, ji niha û pêve jî em ê ji bo vê tiştî têbikoşin. Hêz û çavkaniya têkoşîna me fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber ku yê herî zêde pirsgirêkên civakî tehlîl dike û çareseriya wê bi pêş dixe Rêber Apo ye. Bi taybetî li ser kuştina jinan wiha dibêje; ‘Kuştina her jinekê sedema şoreşê ye.’ Lê di roja îro de her roj li her devera cîhanê jin tên kuştin. Di şexsê jinan de jî civak tê kuştin.”

Banga tevlîbûna pêngavê

Daxuyaniya pêngava ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ bi vê bangê bi dawî bû: “Li ser vê esasê, ji bo pêşî li xwekuştinan were girtin em bi dirûşma ‘Xwe nekuje, her xwekuştin fermanek e’ pêngavek didin destpêkirin. Divê em êdî ji van xwekuştinan re bibêjin bes e, ji ber ku xwekuştin ne çareserî ye. Di serî de pêwist e jin û ciwan ji vê pêngavê re pêşengiyê bikin. Di heman demê de her ferdeke civaka me jî ji vê berpirsyar e. Encax em bi riya perwerde, zanebûn, xweparastin û rêxistinbûnê dikarin bibin hêza çareseriyê û pêşî li bûyerên xwekuştinê bigrin. Wê pêngava me li ser esasê xwegihandin û perwerdekirina civakê be. Ji bo serxistina pêngavê em ê çalakiyên cur be cur li dar bixin. Em di wê baweriyê de ne ger civaka me, jin û ciwanên me bi helwesteke hevpar tevlî vê pêngavê bibin em ê pêşî li xwekuştina mirovên xwe bigrin.”       

Daxuyaniya TAJÊ bi dirûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ bi dawî bû.