Li Xezayê 6 hezar û 546 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de 2 hezar û 704 jê zarok hezar û 584 jê jin, 6 hezar û 546 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7’ê cotmehê de hat lidarxistin, êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîl û wargehên li Zîvala Xezaya didomin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê der barê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarên Filistînê yên di êrîşên li dijî sivîlan da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên ji 7’ê cotmehê heta niha dewam dike de 2 hezar û 704 jê zarok hezar û 584 jê jin 6 hezar û 546 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 17 hezar û 439 kes jî birîndar bûne.