Li Tunusê jinên rojnameger dibin hedefa desthilatê dene

Rojnameger Najwa Al-Hamami diyarkir ku li Tunusê di biryarnameya ji aliyê desthilatê ve hewil dide bixin bin zextê û bal kişand ser zêdebûna tundîtûjiya beramberî rojnamegerên jin û got: “Têkoşîna me berdewam dike.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunus – Li Tunusê jinên rojnameger ên ku heqîqetê dinivisin û desthilatê rexne dikin, dibin hedef û li gora biryarnameya 54’an tên darazandin. Rojnameger Najwa Al-Hamamî li Tunusê der barê zêdebûna sansür û zexta li beramberî rojnamegeran nirxandin kir û destnîşan kir ku rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin gef lê tên xwarin û tên hedefgirtin û bibîrxist ku biryarnameya 54’an azadiya îfadeyê binpê dike.

‘Bi biryarnameyê peymanên navnetewî tên berteraf kirin’

Najwa Al- Hamamî da zanîn ku hemû peyman û li hevkirinên ku azadiya fikrî li Tunusê erê kirin û diyarkir ku biryarnameya hêjmara 54 an ku ji 38 beşan pêktê beriya ku were weşandin hemû destkeftî berteraf kiriye. Najwa Al- Hamamî amaje bi wê yekê kir ku xwe gihandina biryarnameyê hate astengkirin, azadiya rojnamegeran hatiye astengkirin, xebat û daneyên rast sexlamtiya xwe winda kiriye.

‘Emê berdewambin di parastina detkeftiyên şoreşê de’

Najwa Al- Hamamî da zanîn ku bi biryarnameyê aligirên desthilatê dixwazin medyayek ya desthilatê ava bikin û got: “Desthilat ji dil vê biryarnameyên hembêz dike. Lê belê rojnameger vê rewşê weke berteraf kirina azadiyê fikrî digrin dest. Têkoşîna me hîna berdewam dike û emê di parastina destkeftiyên şoreşê de berdewam bin.”

‘Tundiya dijîtalê gihaye asta metirsîdar’

Najwa Al-Hamamî da zanîn ku biryarnemaya mijara gotinê tundîtûjiya beramberî rojnamegerên jin zêde kiriye û got: “Rojnamegerên ku li qadan çalakî û bûyerên protestoyên cûda dişopînin rastî astengiyan tên. Di malperên medyaya dijîtal de rastî tacîz û kampanyayên reşkirinê tên. Sucên tundîtûjiya dijîtal û gefên mirinê û linçên li beramberî rojnemgerên jin zêde dibe. Tundiya dîjîtal a ku jinên rojnameger dike asta metirsîdariyê derbas kiriye. Li ser navê wan hesap tên vekirin, wêneyên biçûkxistinê tên parvekirin. Ev rewş xeteriya tundiya dijîtalê derdixwe holê. Reşkirin rêbezek ya êrîşa  civaka mêrsalarî li beramberî jinê bikartine. Sendikaya rojnemgerên Tunusê rastî êrîşên partiyên cûda û rayedaran tên.”

Najwa Al-Hamamî got: “Sendikayên rojnemgeriya Tunusê dema ku jinên rojnameger rastî sûcên sîber hatin ji bo bizanin di aliyê zagonî de xwe biparêzin divê parwerde û bernameyan çêbikin.”

‘Ên ku agahiyan  ji we diveşêrin tê wateya ku ji we ditirsin’

Najwa Al-Hamamî destnîşan kir ku li ruxmê zagona peydakirina zanîna zanyariyan heye jî, zanyarî tê veşartin û got: “Yê ku zanyariyan ji we di veşêrin tê wê wateyê ku ji we ditirse. Di dema diktatoriyê de em bi van pirsgirêkan re rû bi rûyî bûn û îro ji bi awayên cûda em rû bir û dimînin. Îro bi rayedaran re têkilî zehmet bûne. Civaka sivil ku li Tunusê bi rojnemgeran re hevkarî kiriye, raste me bi pispor û hiquqnasan re alternatif ditiye, lê belê li gora pişeyê ji bo hinek tişt werin eşkere kirin ji bo nirxandina der barê mijarê de hebûna rayedaran pêwîste.”