Li Tûnisê 13’emîn Fuara Pirtûkan destpê kir
Bi beşdarbûna jinan û xwendekaran bi dirûşma ‘Pirtûk welat e’ 13’emîn Fuara Pirtûkan li paytexta Tûnisê destpê kir. Dê fuar heya 11’ê Çileyê berdewam bike.
NEZÎHE EBU SEÎD
Tûnis – Bi beşdarbûna jinan û xwendekaran bi dirûşma ‘Pirtûk welat e’ 13’emîn Fuara Pirtûkan li paytext Tûnisê destpê kir. Dê fuar heya 11’ê Çileyê berdewam bike. Ji kesîmên cûda gelek kes serdana fuarê kirin.
Berpirsa standê Heyfa Berkavi anî ziman ku sedema bihabûna pirtûkan çavkaniya xwe ji zêdebûna maliyetên çapkirinê digire û wiha got: “Em şîretê li malbatan dikin ku zarokên xwe bînin fuarê. Bi taybetî di dema ku etla dibistana ye. Bi riya weşanên nû zarok him dikarin dersê xwe bişxulin him jî dikarin çîrokên cûda bixwînin. Ev weşan bi taybetî ji bo lêkolînvan û zarokên di xwendina bilind de ne bi sûd e. Ruxmê zêdebûna meyla xwendina elektronîk, pirtûk xwendin balkêşiya xwe wenda nekir.”
‘Xwendekar dikarin xwe bigihînin çavkaniyên bi sûd’
Mamosteya malnişîn Fatma Hammami anî ziman ku dema fuarê geriyaye dîtiye ku bi taybetî eleqeyek mezin ji pğirtûkên zarokan, kovar û pirtûkên dibistanan re heye. Fatma Hammami destnîşan kir ku ji ber ket etla zivistanê ya dibistanan ev fuar di demê xwe de hatiye lidarxistin. Fatma Hammami wiha got: “Ji bo kesên ku dixwazin pirtûkên nû bibînin ev wextekî girîng e. Her wiha xwendekar jî dikarin xwe bigihînin çavkanî û pirtûkên ku pêdiviya wan pê heye.”
‘Telefon nifşekî serkat ava dike’
Fatma Hammami destnîşan kir ku telefon rê li ber xwendina pirtûkan digire û got: “Telefon nifşekî serfkar ava dike û ev nifş tu tiştan nahilbirinîne. Nikare fêr bibe an jî bi çand be. Ji ber ku ez malnişîn im gelek wextê min ê vala heye û ez hez dikim ku vê wextê bi xwendina pirtûkên cûda derbas bikim.”
Necwa Kirmazî jî got: “Ez ji her kesî re bi taybetî ji xwendekarên dibistana amadeyî re şîretê dikim ku fuara pirtûkan bigerin. Divê dayik hê di emrê biçûk de xwendina pirtûkan fêrî zarokên xwe bikin. Ev zihnê wan pêş dike, hêza wan a xeyalî bipêş dixe û jêhatîbûna wan a nûbûnê teşwîq dike.”