Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye 2024: Berxwedana biryardarî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her çendî desthilatdariyê di sala 2024’an de li dijî jinan, şer, qetliam, şîdet, tecawiz, cudakarî bi qeyûman desteserkirina îradeyê, windakirin û xizaniyê rewa dîtibe jî jinan di her warê jiyanê de berxwedana xwe domandin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2024’an de, ligel şîdeta li dijî jinan, qetliam, sûcên li dijî zarokan û polîtîkayên şerê taybet, têkoşîn û berxwedana jinan a ku li her derê hat meşandin bû.
Bi kirinên desthilatdariya AKP-MHP’ê re, şîdet bi awayê herî hovane didome. Ewlehiya jiyana jinan û zarokên keç her roja diçe zêdetir dikeve xeterê. Di nûçeyên ji hemû aliyên welat de, rewşa ku jin dijîn, têkçûnê nîşan dide. Li Tirkiyeya ku jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin, di her warî de cudakarî heye. Li malê, li kolanê, li dibistanê, li cihê kar û meclisê, jin rastî şîdet û cudakariyê tên û têkiliya vê yekê bi zextên desthilatdariyê, gotinên nefretê û kaosa li welat re heye.
410 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Ji meha Çileyê ve heta meha Mijdara îsal, 410 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 237 jin ji bi awayê bi guman mirî hatin dîtin. Di daneyên îsal de diyar bû ku di mirina bi guman a jinan de ji sedî 87 zêdebûn heye. Sedema herî girîng mirina bi guman a jinan, kêmasiya lêpirsînê ye. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, 592 jin rastî şîdetê hatin, 14 jin jî rastî tecawizê. Her wiha mêran herî kêm 555 jinan neçarî fuhûşê kirin. Bêguman ev tablo ya xuyayî ye, rastî ji vê hejmarê gelek zêdetir e.
Weke din jî gelek jin, tevî biryarên parastinê yên ji dadgehê jî hatin qetilkirin. Di sala 2023’yan de tevî ku der barê 32 jinan de biryara parastinê hebû jî hatin qetilkirin. Îsal jî heman tişt bû. Ji qetilkirina jinên biryarên parastinê ji bo wan hatine girtin jî; jin berpirsyar hatin dîtin. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya, di axaftina xwe ya di Komîsyona Plan û Butçeyê de jinan sûcdar kir. Alî Yerlîkaya, li cihê ku berpirsyariya xwe bibîne, gotinên; “Guh nedan hişyariya me, ji mêrik re derî vekirin, hatin qetilkirin” tercîh kir.
‘Jin li cihên bi ewle hatin qetilkirin’
Nêrîna li mijara jinan a desthilatariya AKP’ê di gotinên Alî Yerlîkaya de tevahiya salê xwe di qetlimanên jinan de nîşan da. Li Stenbolê qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl, li welat deng veda. Kesê ku Îkbal qetil kir, perçeyên bedena wê ji sûran avêt û vê yekê asta hovîtiya qetliamên jinan nîşan da. Jin îsal herî zêde li malên xwe yên ku cihên herî bi ewle tên dîtin hatin qetilkirin. Desthilatdariyê ji jinan xwest ku di temenê biçûk de bizewicin, hema zarokan bînin û li malên xwe bixebitin. Desthilatdariyê jinên li gorî xwe ‘maqûl’ ên serê xwe ji şîdetê re ditewînin xwest û di vî warî de polîtîkayan meşand, bi daraza bi xwe ve girêdayî jî biryarên li gorî xwe da girtin. Daraza mêr di sala 2024’an de pênûsa xwe ji aliyê mêran ve bi kar anî.
Biryarên parastinê ji nedîtî ve hatin hatin
Ji ber ku biryarên parastin û tedbîrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nehatin girtin, bû sedema mirina jinan. Hewl dan zagona bi hejmara 6284 a ku di parastina jiyana jinan de destkeftiyek mezin e, bi hinek gotin û teşwîqan bidin rakirin. Jin li saziyên ku çûnê, ji zagonê sûd negirtin, hinek ji wan jî gefên ku li wan tên xwarin ji nedîtî ve hatin.
Derket holê ku M.G. a li Enqereye dijiya û 11 sal in zewicî bû û di merheleya hevberdanê de bû, der barê hevjînê xwe R.M. de 12 caran serlêdana sûc kiriye lê tu muamele nehatiye kirin. Yasemîn Uludag, der barê Atîlla Çetîn de sê caran biryara dûrxistinê da girtin, daxwaza wê ya ji bo kelepçeya bi elektronîk a ji dozgeriyê hat redkirin. Di encamê de Yasemîn Uludag, ji aliyê Atîlla Çetîn ve hat qetilkirin. F.U ya ku bi mehan rastî şîdetê hat û gelek caran giliyê Gokhan Kizilyer kir, piştî Kiziler hat girtin serbest hat berdan. Melek Ertekîn a ku ji hevjînê xwe şîdetek zêde didît, demên dirêj di stargehan de ma, serlêdana wê ya ji bo dirêjkirina tedbîra paratinê, bi hinceta ku êrişek nû çênebûye hat redkirin. Ev mînak tenê çend ji dehan tiştên qewimîne ne.
Windabûna Rojîn Kabaîş
Li welat yek ji mijara ku zêde ket rojevê û li ser hat axivîn jî windabûna jinan bû. Herî dawî windabûna Rojîn Kabaîş bi rojan di medyayê de cihê xwe girt. Di nûçeyên windabûna Rojîn Kabaîş de awayê şaş ê dayîna nûçeyan careke din helwesta medyayê ya di bûyerên qetilkirina jinan de anî rojeve. Çend roj piştî windabûna Rojîn Kabaîş cenazeyê wê hat dîtin. Hewl dan bi gotina ‘întihar’ ser vê dosyayê bigirin. Di dosyaya Rojîn Kabaîş de guman hebûn û pêvajo bi zelalî nehat meşandin. Jin û malbata wê hê jî ji bo qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bibe û berpirsyar werin darizandin têkoşîna xwe didomînin.
Zarok hatin qetilkirin
Tirkiye di heman demê de bi bûyer û navê Narîn Guran hejiya. Narîna 9 salî çawa û ji aliyê kê ve hat qetilkirin, hê jî nediyar e lê li holê rastiyek hebû, ew jî piştgiriya ku bi daxuyaniyan ji malbata Narînê re dihat dayîn bû. Li Tirkiyeyê tenê li gorî daneyên ku di çapemeniyê de hatin dayîn, di 11 mehên sala 2024’an de 209 zarokên kur ji aliyê mêran ve bi awayên cuda rastî şîdeta zayendî hatin. Ev dane di sala 2023’yan de 118 bû. Di 11 mehên 2024’an de, 41 zarokên kur ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
85 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
Di sala 2024’an de jin neçar man bi xizaniya ku li her warê jiyanê heye re têbikoşin. Îstîhdama jinan her çû kêm bû, di nava salek de hejmara kesên bêkar, 2 milyon zêde bû. Bêkariya jinan weke ji sedî 37 hat diyarkirin. Li gorî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger; (DÎSK) li Tirkiyeyê, ji aliyekî ve rêjeya jinên tevli xebatan dibin li gorî mêran kêmtir bû, ji aliyekî ve jî bêkariya jinan li Tirkiyeyê li gorî mêran her çû kêmtir bû. Bi vê yekê cudahiya di mesafeya bêkariya jinan û mêran de mezin bû. Gelek jinên ku dikaribûn bixebitin, di bin mercên bê temînat de xebitîn. Jin di karên bê qeyd de, bi binpêkirinan re rûbûr man. Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran; (ÎSÎG) di deh salên dawî de hezar û 379 jinan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di 11 mehên sala 2024’an de jî 85 jinan bi cînayetên kar jiyana xe ji dest dan.
Terzê jiyana jinan
Bi krîza aborî ya li welat re, jinên ku bi her awayî ketin nava xizaniyê, ji aliyê desthilatdariyê bi xwe ve rastî şîdeta aborî hatin. Nûçeya şewata li Îzmîrê, asta xizaniyê û nêzîkahiya dewletê nîşan da. Di demeke ku her roj li ser mesrefên rojane li qesrê tên kirin axaftin çêdibin de, 5 zarokan bi şewatê jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku dayika wan zarokan bi alîkariya debara xwe kiriye, Wekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, li Meclisê têkildarî bûyerê daxuyanî da, ji mirina zarokan terzê jiyana dayika wan berpirsyar dît. Dûre derket holê ku dayika wan ji bo xwarina zarokên xwe ji bo berhevkirina xurdeyan li derve bûye. Tenê ev tablo xizaniya ku bi hezaran jin dijîn nîşan dide, dane nîşan didin ku jin nikarin tu pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin.
Zarok bi birçîbûnê re têdikoşin
Li welat bi zêdebûna buhayê her tiştî re, aliyekî din ê şîdeta aborî jî zarok bûn. Li gorî daneyan; ji her çar zarokên di temenê xwendina dibistanê de yek jê birçî ye. Li Tirkiyeyê nêzî 23 milyon zarok hene û ji 2-3 zarokan yek, di nava xizaniyê de ye. Li dijî xizaniya ku her diçe zêde dibe, ên herî mexdûr dibin zarok in. Ji sedî 85 zarokên keç, ji sedî 69 jî zarokên kur, ji ber kêmxwariniyê bi kîloyên kêm û bêxwîniyê re têdikoşin.
Keçik he jî nikarin biçin dibistanê
Li aliyê din, hê jî zarokên keç bi awayê wekhev nikarin bixwînin. Bi pergala perwerdeyê ya 4+4+4 re tê diyarkirin ku rêjeya xwendina zarokên keç kêm bûye. Li Tirkiyeyê ji 17 milyon û 558 hezar û 25 xwendekarên ku di pergala perwerdeyê de qeydkirî ne 442 hezar û 643 ji derveyî pergalê ne. Dema ku weke dane li vê were nihêrin tê dîtin ku ji van zarokan ji sedî 49.9 kur, ji sedî 50.1 jî keçik in. Zarokên keç ên wan naşînin dibistanê di temenê biçûk de bi zorê tên zewicandin.
Ên zirarê dibînin zarokên keç in
Li gorî daneyên TUÎK’ê; sala par, di temenê 15- 17 salî de 6 hezar û 505, di bin temenê 15 salî de 130 zarokên keç welidîn. Van zarokên ku hatine tesbîtkirin rastî tecawizê hatine. Daneyên Wezareta Dadê ya Tirk, nîşan didin ku li tevahiya Tirkiyeyê, di sûcên li dijî zarokan hatine kirin de, hejmara lêpirsînên ku hatine vekirin, di sala 2023'yan de li gorî 8 sal berê bûye duqat. Li gorî vê; di sala 2023'an de di 66 hezar lêpirsînên ku di serdozgeriyan de hatine meşandin de, di her yekî ji wan de herî kêm zarokek zirarê dîtibû. Li gorî daneyên TUÎK’ê jî sala par nêzî 29 hezar û zarokên ku rastî şîdetê hatibûn, ji sedî 85'ê wan zarokên keçik bûne. Hat diyarkirin ku îsal bi awayê fermî qeyd tune ne, pispor balê dikşînin ku hejmar her roja diçe zêdetir dibe.
Polîtîkayên şerê taybet
Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên şerê taybet, hewl didin jinan bikin bin zextan. Jinên ku xwe muxalif didin nasîn an jî doza mafên xwe dikin, ên Kurd, rasterast û bi taybetî tên hedefgirtin. Hewl didin jinan bi binçavkirin û girtinê bêdeng bikin. Destpêkê jin tên hedefgirtin, desthilatdarî hemû kesên dijberî xwe dijmin dibîne. Desthilatdarî polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên Kurd tên meşandin, bi destên hêzên çekdar ên girêdayî hikumetê zêdetir dike. Di çarçoveya polîtîkayên şerê qirêj û taybet ên ji aliyê desthilatdariya mêr ve tên meşandin de, ji aliyê “hêzên ewlekariye” yên tînin Kurdistanê ve li dijî jinan êrişên ji bo şikandina îradeyê pêk tên. Di sûcên li dijî jinan tên kirin de desthilatdarî polîtîkaya bêcezatiyê bi awayê sîstematîk dimeşîne, kiryarên bi unîforma diparêze.
Avêtina qeyûman
Yek ji perçeyê polîtîkayên şerê taybet jî avetina qeyûman e. Di sala 2024’an de jî nûnerên ku ji aliyê jinan ve hatibûn hilbijartin hatin hedefgirtin. Dewleta ku pergala hevserokatiyê bi awayê ‘krîmînal’ dibîne, careke din serî li qeyûman da. Qeyûm avêtin ser şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî û Miksê, mudaxeleyê pergala hevserokatiyê, têkoşîna jinan a ji bo jiyana wekhev kirin. Xebatên ku li dijî êrişên qirkirina jinan, li saziyên şaredariyê ji bo bihêzkirina jinan dihatin kirin hatin rawestandin. Li dijî avêtina qeyûman, jinan di refên pêş ên çalakiyan de cihê xwe girtin û diyar kirin ku ew ê heta dawî li îradeya xwedî derbikevin. Li Êlihê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûman de dayika Îpek Er a ku ji aliyê çawişê pispor Musa Orhan ve ber bi întiharê ve hatibû kişandin bi gotinên: “Qey qet rûmeta me tune ye! Şaredarî yên dayikên me yên ku edaletê dixwazin, ên jinên ciwan in. Ne yên qeyûman!” diyar dikir ku jin çima û çawa li şaredariyên xwe xwedî derdikevin.
Jin ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di nava têkoşînê de ne
Jinên Kurd sala di 2024’an de her dem di nava têkoşînê de bûn. Yek ji rojevên sereke yên jinan tecrîd bû. Jinan xwestin tecrîda li ser xizmên wan ên di girtîgehan de were rakirin, daxwaz kirin ku tecrîda li Îmraliyê ya ku çavkaniya van pirsgirêkan e were rakirin. Jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe meşandin, tevahiya salê mal bi mal geriyan, kampanyayan li dar xistin. Jinan li her derê û li her qadê ji dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzê girtin û dengê xwe li kolanan bilind kirin. Jinan her dem anîn ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan muxatab were dîtin û divê mercên vê yekê werin avakirin.
Jin dest ji têkoşînê bernadin
Ji ber ku desthilatarî polîtîkayên xwe li ser dijminahiya jinan bi pêş dixe û bi teşe dike, îro li welat ji hemû sûcên li dijî jinan tên kirin berpirsyar e. Li cihê pêşîgirtina şîdetê, çav berdide mafên jinan ên hatine bidestistin û jiyana wan diparêzin. Li dijî vê yekê jî berxwedan û têkoşîna jinan tevî her tiştî didome. Di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de jinên ku derketin kolanan diyar kirin ku ew ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Jinên ku riya wan li her bajarê ji aliyê barîkatên polîsan ve hat girtin, bi biryar û berxwedan çalakiyên xwe pêk anîn.
Jinan li dijî êrişên modernîteya kapîtaîlst, bi têkoşîna ji bo nasnameyê bersiv dan, di her derfetê de anîn ziman ku jiyana demokratîk çawa dibe. Jin îro jî bê tirs dengê xwe bilind dikin, li dijî şerê ku li ser hebûn û nirxên wan ê cehwerî ye têdikoşin. Bi taybetî jinên Kurdistanê, bi rêbazên têkoşîna ku li çar perçeyan bi pêş xistine, ji bo jinên cîhanê dibin îlham. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, şoreşa jinan e û ne tenê ji aliyê jinên Kurd û Kurdistanî ve, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve nirx û mîrasek girîng tê dîtin û xwedî lê derdikevin. Jinên ku li dijî şer li riya têkoşîna bi hev re digerin û ji bo aştiya bi rûmet hemfikir in bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li qadan û li her warê jiyanê dest ji lêgerîna mafên xwe bernadin.