Li Tirkiyeyê di 5 rojên dawî de 9 jin hatin qetilkirin

Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan bi zêdebûnê didome. Tenê di 5 rojên dawî de li parêzgehên cuda 9 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyê piştî ragihandina dîroka hilbijartinên parlementoya û serokomariya, demek dirêj rojev li derdorê hilbijartinê zivirî, tundiya li ser jinan bênavber berdewam kir. Piştî hilbijartinê jî ji ber nepêkanîna polîtîkayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û ne pêkanîna zagonan bi taybetî jî mafê jiyanê gelek mafan jin ji destê wan hat girtin.

Di 5 rojan de 9 jin hatin qetilkirin

Yek ji destkeftiyên jinan ên ji bo pêşîlêgirtina tundiye, "Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Tundiya Nava Malbatê ya Konseya Ewropayê" ku navê xwe ya din "Peymana Stenbolê" di şevêkî de bi biryarnameya Serokomariyê hat betalkirin, vê carê jî ji ber nepêkanîna "Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya Li Ser Jinê ya Hejmar 6284’an." tundiya li ser jinê û cînayetên jinan bi zêdebûnê berdewam dike. Tenê di 5 rojên dawî de 9 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Bûyerên qetilkirin jinan ku tenê di çapemeniyê de xûyabûn wiha ye:

Belen Nesîl Coşgun bi çekê hat qetilkirin

Li Enqereyê di 15’ê Hezîranê de danê nîvro Parêzer Belen Nesîl Coşgun bi çekê jiyana xwe ji dest da. Baroya Enqereyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevpîşeyên wan Belen Nesîl Coşgun di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Der barê bûyerê de pêvajoyên îfade û berhevkirina delîlên berdewam dike û pêvajo ji dema ku bûyer qewimî heta niha ji aliyê baroyê me ve bi baldarî tê şopandin. Guhnedana daxuyaniyên ji derveyî meqamên fermî tên kirin û nepêkanîna daxuyaniyên cuda ji bo bîranîna hevrêyê me cihê rêzgirtinê ye.

Cenazeyê Dudu Yilmaz hat dîtin

Li Îzmîrê di 16'ê Hezîranê de cenazeyê Dudu Yilmaz a 21 salî di pansiyonek de hat dîtin. Bûyer piştî ku xebatkarên pansiyonê ku ji Rifat Yilmaz û Dudu Yilmaz agahî negirtin, rewşê ji polîsan re ragihandin derket holê. Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, tesbît kirin ku Dudu Yilmaz bi kabloya li stûyê wê hatiye pêçandin hatiye xeniqandin. Di lêpirsîna der bare bûyerê hat meşandin de Rifat Yilmazê ku di xwaringehek de wek hosteya pîde dixebite û hevjinê Dudu Yilmaz a ku di heman pansiyonê de dimîne hat girtin.

Cenazeyê dayik û 2 keçên wê di cemediyê de hat dîtin

Dîsa di 18’ê Hezîranê de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê di malekî de cenazeyên Gulkamar Hanimova, keçên wê Leyla Geldîazova û Laçîn Geldîazova û mêrê binavê Rûslan Geldîazov ên ji Tirkmenîstanê bi awayekî hatiye perçekirin di cemediyê de hat dîtin. Bûyer piştî ku xizmên wan ji 4 kesan agahî negirtin, agahî dan polîsan derket holê. Karûbarên otopsiyê didome.

Li Antalyayê di 17'ê Hezîranê de Sînem Albenî ya 38 salî ku ji aliyê hevjinê xwe Ufuk Albenî ya 40 salî ve bi dar û beran rastî tundiye hat, dema bi ambulansê diçû nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Sînem Albenî ya ku ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê 3 zarokên wê hebûn. Di lêkolîna ekîbên polîsan a li malê de şopa xwînê hatin dîtin. Ufuk Albenî yê ku hat binçavkirin birin navenda polîsan.

Bilge Kose û bavê wê ji aliyê mêrê ku di pêvajoya hevberdanê de bû hatin qetilkirin

Li Dîlokê di 16'ê Hezîranê de Bîlge Kose (25) bi bavê xwe Ertugrul Kaya (47) re dema di wesayîtê de rêwîtî dikirin, ji aliyê Mert Kose (25) ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû bi wesayîteke din rêya wê hat qûtkirin. Mertcan Kose ku ji wesayîtê peya bû, bi tivinga nêçîrê li pey hev gule li Bîlge Kose û bavê wê Ertugrul Kaya reşandin. Bav û keça ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehatin rizgarkirin.

Di 18'ê Hezîranê de li taxa Datça ya Mûglayê, di navbera Sevgî Agi û lî Murat T. yê 31 salî ku keça wê zewicî ye de li malê nîqaş derket. Alî Murat T. bi amûra birînê ya ku ji mitbaxê girt, Sevgî Agi ji gelek cihên laşê wê da ber keran. Ekîbên tenduristiyê yên ku piştî agahî dayîna Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Sevgî Agi jiyana xwe ji dest daye. Der barê bûyerê de Alî Murat T. û Ozlem T. ya 26 salî hatin binçavkirin.

Şukran Dalmiş a 35 salî ya li taxa Turgutlu ya Manîsayê dijî, di 15'ê Hezîranê de li parkekê ji aliyê Îsmet Dalmiş ê 35 salî ku hevberdabû ve bi çekê hat qetilkirin. Îsmet Dalmiş pişt re întîxar kir.

Di meha Gulanê de 40 jin hatibûn qetilkirin

Li gorî rapora Gulana 2023’an a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin; 40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 22 jin jî bi awayekî guman mirî hatin dîtin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ku li ser hesabê medyaya dijîtal a Twîtterê der barê qetilkirina jinan de bertek nîşan da, navê jinên hatin qetilkirin parve kir û wiha got: "Rawestandina cînayetên jinan pêkan e.” Ji bo pêşî girtina qetilkirina jinan, banga tevlîbûna platformê hat kirin.