Derbarê Fatma Gultekîn de biryara bereatê

Der barê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê û pesindayîna sûcdaran’ doz lê hatibû vekirin, biryara beraatê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê Fatma Gultekin bi îdiaya ‘endama rêxistinê’ û ‘bi rêxistinê re têkiliya wan heye’ doz hate vekirin. Doza ku danaşîna biryarê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de, mutalaya ku hate dayîn cardin hate dûbarekirin. Li beramberî mutalayê Fatma Gultekîn di parastina xwe de diyarkir ku ji ber têkoşîna jinê ya daye tê darazandin.

‘Çalakî li her derê cîhanê tê kirin’

Parêzerê Fatma Gultekin di parastina ku kirî de da zanîn ku ne raste ku komeleyê weke ji derveyî zagonê pênase bikin û da zanîn ku ew çalakiyên ku muwekilê min bejdar bûye li her derê cîhanê tê li darxistin. Tu bangên rêxistinê nagre nava xwe. Di parastinê de destnîşan kir ku  ji doza Komeleya Jinan a Rosayê ya der barê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş de biryara beraatê hatiye dayîn, radestî dadgehê kir û daxwaza beraata muwekila xwe kir.  

Şandeya dadgehê biryar da ku kirinên Fatma Gultekînê ne diyar in û der barê sûcdariyên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘pesnê sûc û sucdar dayînê’ de biryara beraetê da.