Li Tirkiyeyê di 2 salan de 692 jin hatin qetilkirin, 408 mirinên bi guman

Ji dema biryara feshkirina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, 692 jin hatin qetilkirin, 408 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Têkoşîn û Pêşîgirtina Tundiya li hemberî jinan ango bi navê din Peymana Stenbolê, peymana konseya Ewropayê di 20’ê Adarê de bi îmzeya serokkomar di şevekê de hat feshkirin. Biryara ku di rojnameya fermî de cih girt, di 1’ê Tîrmehê de ket meriyetê. 

Peymana Stenbolê ku xwedî girîngiya pêşîlêgirtina tundiyê û têkoşîna li hemberî tundiyê 2 sal di ser derketina ji meriyetê derbas bû lê bele tundî bi zêdebûn berdewam dike. Ji ber tundiya ku dikare rê li ber were girtin, hema bibêje her roj jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve û ji aliyê mêrên ku nas nakin ve rastî tundiyê tên û yan jî tên qetilkirin. Gelek bûyerên ku bi navê întiharê ser wan tê girtin û qetilkirina jinan a weke guman dikeve qeydan berdewam kirin. Piştî jinên hatin qetilkirin derket holê ku piraniya wan beriya werin qetilkirin gilî kirine û biryara parastinê ji bo wan hebûye.

692 jin hatin qetilkirin, 408 jin bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS; di pêvajoya du salan de 692 jin hatin qetilkirin, 408 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên mehên Tîrmeh û Kanuna 2021’ê; 199 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 111 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 2022’an de 348 jin hatin qetilkirin, 206 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li gorî daneyên meha Çile û Gulana 2023’an; 145 jin hatn qetilkirin, 91 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyan, di navbera dîrokên 23-30’ê Hezîranê de 11 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Daneyên 8 rojan ên ketine ragihandinê wiha ne:

Ji balkonê ket malê bûka xwe qetil kir

Li Karabukê Tarik Çîmenê ku di 22’ê Hezîranê de ji girtîgehê derket, di şeva 29’ê Hezîranê de ji balkonê ket mala 3 qatî, bûka xwe Karbeyaz Çîçek bi çekê qetil kir. Tarik Çimenê ku hat binçavkirin, di îfadeya xwe ya yekem li emeniyetê de îtiraf kir ku ji bo herdu kur û hevjîna xwe bikuje çûye malê.

Bi wesayîdê pi li wan kir

Li navvçeya Altindaga Enqereyê Çagla Çama ku ji aliyê hevjînê xwe Îbrahîm Çam ve rastî tundiyê dihat, bi du zarokên xwe re çûbû mala bavê xwe. Îbrahîm Çam di 23’ê Hezîranê de çû mala xezûrê xwe ku Çagla Çam lê dima li ber beriyê malê gef lê xwar. Piştre bi wesayîdê pê li Çagla Çam, bapîr û pismamê xwe kir. Feyzî Torun (69) û Mahî Aydos (59) jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê Îbrahîm Çam hat binçavkirin. 

Bavê Çagla Çam Yaşar Torun (52) her dem digot Îbrahîm Çam tundiyê li keça wî dike. Yaşar Torun, diyar kir ku keça wî berê ji KADES’ê alîkarî xwestibû, ji bo hevjînê xwe 6 meh biryara dûrixstinê girtibû.

Li cihê kar bi çekê hat qetilkirin

Li Fetîha Stenbolê di 23’ê Hezîranê de Elena Davî ya 25 salî li cihê kar ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve bi çekê hat qetilkirin. Bersûc piştre întihar kir. Cenazeyê Elena Davit rakirin Morga Tiba Edlî.

Di pêvajoya hevberdanê de ji 24 cihên xwe rastî êrîşa bi kêrê hat

Li navçeya Serika Antalyayê di 25’ê Hezîranê de Serpîl Ozen ji alyê Muammer Ozen ê ku doza hevberdanê lê vekiribû ve bi derbên kêrê hat qetilkirin. Muamer Ozen ji cihê bûyerê çû mala xwe. Tedawiya Serpîl Ozen li nexweşxaneya perwerdeya Antalyayê berdewam dike.

Piştî hat qetilkirin wê avêt qenala avê

Li Aksarayê di 25’ê Hezîranê de di kanalek avê de cenazeyê jineke nêzî 45 salî hat dîtin. Cenazeyê ku rakirin morga nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeya Aksarayê hat zanîn ku yê Şengul K. ye. Derket holê ku Şengul K. bi derbkirinê hatiye qetilkirin. Der barê bûyerê de mêrê ku pê re zewicandîbû û kurê wê hatin binçavkirin.

Piştî 3 rojan mirî hat dîtin

Li Buyukadaya Stenbolê di 26’ê Hezîranê de li qadeke daristanî cenazeyê jinek hat dîtin. Di kar û xebatên tesbîtkirina nasnameyê de, derket holê ku beriya 3 rojan malbatê serlêdana winda kiribû, derket holê ku ayîdî Ozlem Yildiz a 40 salî ye. Piştî lêkolîna cenazeyê Ozlem Yildiz, ji bo aşkerakirina sedema mirinê rakirin morga Tiba Edlî.

Perestar ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hat qetilkirin

Perestara li fakulteya Tiba Stenbolê Sevînç Akdogan, di 27’ê Hezîranê de ji aliyê mêrê pê re zewicî be Rahîm Akdogan ve bi kêrê hat qetilkirin. Rahim Akdoganê ku bi kêrê stuyê xwe birîndar kir li nexweşxaneyê tedawî dibîne.

Dayika xwe bi kêrê qetil kir

Li navçeya Sincana Enqereyê di şeva 27’ê Hezîranê de di bûyera derket de mêrê bi navê Sefa Yagmur (27), dayika xwe Zelîha Yagmur (53) bi kêrê qetil kir. Sefa Yagmur ji aliyê tîma  asayîşa baroya amîrtiya muduriyeta emniyetê ve hat binçavkirin. 

Gozde Vural ji aliyê mêrê hevalê xwe ve hat qetilkirin

Li Îzmîtê der barê Hasan Ceylanê 32 salî ku du rojan jê xeber nedihat girtin û serlêdana windakirina, havala xwe ya jin Gozde Vurala 34 salî de di 27’ê Hezîranê de li mala xwe bi awayekî qetilkirî hat dîtin. Di lêkolîna li cihê bûyerê de hat zanîn ku Hasan Ceylan Gozde Vural bi çekê gule li serê wê daye qetil kiriye û piştre jî gule li serê xwe daye întihar kiriye. 

Li cihê kar ji aliyê hevalê xwe yê kar ve hat qetilkirin

Ridvan Sebuktekîn (29) ku li Adanayê li firoşgeheke şirînahiyan dixebitî, bi hevalê xwe Sultan Erdogan re (27) nîqaş kir di 28’ê Hezîranê de bi çekê qetil kir û bi heman çekê bi xwe întihar kir. 

Bi çekê êrîşî hevjîna xwe ya berê û birayê wê kir

Li Bucaya Îzmîrê di 29’ê Hezîranê de Yucel K. Bi hinceta ku wê zaroka xwe ya 11 salî  bide hevjîna xwe ya berê Fîdan Bahçecîoglu (47) çû mala wê. Di navbera birayê Fîdan Bahçecîoglu û Kenan Bahçecîoglu de û Yuzel K. de nîqaş derket. Li ser xeberdana cîranan tîma tendirustiyê hat cihê bûyerê hat zanîn ku Fîdan Bahçecioglu û Kenan Bahçecioglu jiyana xwe ji dest dane. Kujer Yucel K. Li navçeya Bornovayê hat girtin.

Di pêvajoya hevberdanê de hat qetilkirin

Li navçeya Seyhana Adanayê beriya hefteyekê Nuriya Arslan (30) ji aliyê hevjînê xwe yê di pêvajoya hevberdanê de Erhan Arslan (25) bi çekê rastî êrîşê hat. Nuriya Arsalana ku li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeya bajarê Adanayê dihat tedawîkirin, di roja 30’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.

Erhan Arslan, bi çeka ku Nuriya Arslan di 23’ê Hezîranê de birîndar kiribî întihar kir.

Di qezaya trafîkê de cenazeyê jinek hat dîtin

Li navçeya Tarsûsa Mersînê di 30 Hezîranê de di qezaya trafîkê de, li navenda riya Berda Viyadogu cenzaeyê jinek ku îşkence lê hatibû kirin hat dîtin. Li cihê bûyerê tîmên ku lêkolîn kirin tesbît kirin ku cenaze aydî jineke 62 salî ye. Tîmên ku li cihê bûyerê di nava poşetekê de cil û neynika erebeyê dîtin, di çarçveya lêkolînek berfireh de şofêrek hat binçavkirin.