‘Li Suweyda gel çareseriyê di Netewa Demokratîk de dibîne’

Berdevka Meclîsa Jinan a Reqqa Ruken Malla Îbrahîm diyarkir ku xwepêşandanên li parêzgeha Suweyda ya Sûriye bi daxwaza aştî û wekheviyê tên li darxistin û destnîşankirin kir ku ji derketina qeyranê bi sîstemek demokratîk dibe.

YUSRA AL-EHMED

Reqqa - Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ku nifûsa Durzî lê zêde ne di hefteya 6’an de berdewam dikin. Daxwazên bingehîn yên gel "rûxandina rejîmê" û bicihanîna biryarên navneteweyî yên der barê çareseriya siyasî de kirin. Gelê ku ji bo azadiya daketin qaden cardin jin pêşengtî dikin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Reqqa ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye Ruken Malla Îbrahîm bal kişand ser bejdariya zêde ya jinan di xwepêşandanên li Suweyda de û da zanîn ku li gel gelê Suweydan e.

‘Ji bo çareseriya qeyranê daxwaza netewa demokratîk tê kirin’

Ruken Malla Îbrahîm da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide qeyrana siyasî ya li Sûriye beriya 12 salan destpêkirî bi zextê bitepisîne. Tiştên ku îro tê jiyankirin berdewamiya wan xwepêşandanane û got: “Cardin zext, rewşa xirab ya aborî û xwenegihandina xizmeta bingehîn bûn sedemê destpêkirina xwepêşandanan. Gel divê pêvejoyê de, weke çareseriya qeyrana ku li Sûriye tê jiyan kirin, daxwaza netewa demokratîk dikin. Dizanin yekane çareseriya aştiyane ev e.”

‘Azadiya jinê azadiya gelan e’

Ruken Malla Îbrahîm destnîşan kir ku dema ku em herêman bi hevdû re qiyas bikin li Bakûr û Rojhilatê Sûriye gel li ser jiyana hevpar sîstema Netewa demokratîk avakirin. Di nava wê de gel jiyanek bi îstikrar berdewam dikin û wiha dom kir: “Çawa ku rejîma baas destur neda gelê Kurd bi zimanê dayîkê biaxive, derfet nade ku gelên din jî çanda xwe jiyan bikin û zimanê dayîkê biaxivin. Daxwaza gelên ku bejdarî xwepêşandanan bûyî jî rêbazek xweser ku bikarin bi azadane çanda xwe jiyan bikin. Yek ji bajarên herî zêde ku vê yekê daxwaz dikin wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef lê hatî rakirine. Cardin wêneyên Jîna Emînî rakirin û serhildana bi dirûşmeya ‘Jin Jiya Azadî’ destpêkirî diyardikin ku bi gelê Îranê re di nava hevgirtinê dene. Doza azadiya jinê, ji ber tê wateya azadiya gelane, îradeya bi hêz a jinan, têkoşîna bi fikra azadiyê wê bigihe serkeftinê.” 

‘Li Suweyda û Derayê jin daxwaza azadiyê bilind dikin’

Ruken Malla Îbrahîm divê gelê Sûriye bibin yek û wiha got: “Em dizanin bi peşêngtiya jinê şoreşa Rojava, wê hemû serhildanên ku ji bo azadî û demoqrasiyê bê destpêkirin wê bi serkeftinê encam bibe. Li Suweyda û Dera jin daketin qadan daxwazên xwe ya jiyanek azad û mirovane ji bo bi hemû cîhanê bide bihîstin dengê xwe bilind dikin. Di her firsandê de tinin ziman heta ku mafê xwe bi dest nexin gavekê şûnde na avêjin. Em jî piştgiryê didin vê xwepêşandanên demokratîk.”