Li Sûriyeyê çi diqewime çi li pêşiya jinan e? – ANALÎZ

Jinan çawa dîrokê heta niha anîbin, ji îro ve jî xwedî wê hêz û îradeyê ne ku bo pêşerojê pêşengiyê bikin. Pergala neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a bi pêşengiya jinan çêbû, bû sedem ku ruhê demê baş were famkirin.

ROJBÎN DENÎZ

Ji sedî 55 axa Sûriyeyê di bin dagirkerî û îlhakê de ye. Despotîzma rejîma Esed, gelan, baweriyan, çand û azadiya jinan tune hesiband, 13 sal in Sûriyeyê ber bi riyeke kor ve bir. Her herêma ku bi nexşerê, xetên tûj hatiye veqetandin, her herêm di bin bandora pergalek de peçebûyînê jiya. Van xetan, xwedî zagonên xweser, mufredatên perwerdeyê, saziyên îdarî, hêzên ewlekariyê û artêşeke bêserûber bû.

Bi sê xetên cuda yên bîrdozî, temsîla gewr, rewş û rengîniyê dikir. Pergalalên ku hatin avakirin, demek paşê di nava civakê de bûn saziyên ku di nava civakê de tên pejirandin an jî paşçavkirin.

Li aliyê din li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî dihat wateya ku Rojhihilata Navîn bi jiyan, civakîbûn û gelbûyînê re têkel bûye, aj daye, merheleya xwe temam kiriye, zanist, ekolojî û hemû zanînan, bi îro re dianî ba hev. Bi pêşengiya jin û civakan, pergaleke ku di warê aborî de dikaribû xwe birêve bibe, di nava xwe de baweriyên cuda dihewand, gelan xwe birêve dibir bi pêş ket. Bidestxistina axa ku ji şer hatiye paqijkirin qet hêsan nebû lê bi bawerî û bihevrebûnê, van guherînên ku di dilê Rojhilata Navîn de çêbûn, pêşî li veguherînên watedar vekirin.

Rejîma BAAS’ê di 61 salan de çi da Rojhilata Navîn? Bi rûxandin, êş û binpêkirina mafên mirovan teşe girt, zindanên weke Sîdnaya, gorên komî, gelê Kurd ê bênasname hat hiştin, Êzidiyên ku baweriya wan hat qedexekirin, jinên ku hebûn lê îradeya wan nedihat naskirin, nakokiyên ku ji polîtîkayên mezhebgeriyê çêbûn, şerên ku ji bo tunekirina hev domiyan. Dîrokê bi rewşa wê ya herî nexuyayî û qels nîşan daye û li Sûriyeyê ji xwe dest bi demê kiriye. Rejîma BAAS’ê li Sûriyeyê, demê li gorî ku xwestiye herikandiye, hewl daye şopên paşerojê winda bike. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bi gelek mînakan texrîbatên ku rejîma BAAS’ê li Rojhilata Navîn zêde kirine, bi gelek mînakan vebêje lê niha ewqas bes e.

Dewleta ku desteka herî mezin da van komên çete jî Tirkiye ye

Ger em werin ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir û di wê pêvajoyê de derketina komên çete; di civîna veşartî ya li Riyadê hat lidarxistin de, ji bo avakirina komên çete di bin navê DAIŞ’ê de ku tenê armanca wan hovîtî rûxandin û rijandina xwîne ye; îmze hatin avêtin. Ez li vê derê behsa DAIŞ’ê dikim lê hûn dikarin komên bi vî rengî jî li zêde bikin. Ji ber ku di navbera wan de tu cudahî tune ye, hemû ji heman navendê çêbûn. Dewleta ku desteka herî mezin da van komên çete jî Tirkiye ye. Tirkiyeyê ne tenê destek da van koman, bi bîrdoziya Osmanî, bû sedem ku van komên çeteyan li herêmê belav bibin û ji wan re bû cih û war. Gotina Tirkiyeyê ya em Sûriyeyê bi alîkariya komên çete ‘fetih’ dikin jî ji vê bîrdoziyê tê. Ked û mafên Tirkiyeyê pir li ser komên çete heye.

Li Sûriyeyê ala Tirkiyeyê ya Îlhakê: DAIŞ

DAIŞ’a ku li Sûriyeyê hat avakirin, xwe li ser ala reş, bîrdoziya selefî û cîhadîst bi rêxistin kir. Tirkiyeye ku bi komên çete yên weke DAIŞ’ê re dagirkerî û îlhakê bi pêş xisti çi li Rojhilata Navîn zêde kir? Li Idlib, Cerablûs, Serêkaniyê, Gire Spî, El Bab, Mare ve Ezezê, zagonên hişk ên şerîetê ferz kirin, li ser jinan bi çarşevên reş mêtinkariya li ser bedenê meşandin, wan di kategoriya mirov de nedîtin. Tirkiyeyê li herêmên ku dagir kir bi destên çeteyên DAIŞ’ê ne tenê polîtîkayên paşverû xist meriyetê; di heman demê de mufredatên perwerdeyê yên ku di aliyê dîrokî de kor dihêlin ferz kir. Hewl da dagirkeriya Împaratoriya Osmanî ya 403 salan a li ser axên Ereb û qirkirinên di wê pêvajoyê de berevajî kir, hewl da dîroka rastîn ji holê rake. Zanist û ekolojî tune hat dîtin; leşker, al, ziman, pere, demografiya gelên cihê guherand, erdnîgarî û civak hatin îlhakkirin.

Zagonên şerîtê yên li Idlibê hatin pêkanîn, bi feraseta exlaqî ya weke di serdema Osmaniyan de, hewl da jinan û civakê bixe bin desthilatdariya xwe. Osmanî bi komkujiyên ku li herêmên weke Heleb, Humus, Minbic, Şamê kiribûn, serjêkirina mirovan, belavkirina koletiyê, bi hovîtiyên xwe hat nasîn. Osmaniyan, herî zêde berhemên dîrokî yên civakê texrîb kirin, jinan tenê weke meta dît û mêtinkariyê domand. Bi dizîna berhemên çandî, revandina mirovên zana ber bi Stenbolê ve, civakê bê bîr hişt û mîrasa çandî ya civakê tune kir. Bi wê yekê îsbat kir ku yek ji împaratoriyên herî zalim e. Dijminahiya li dijî Ereb, Kurd û jinan pir kûr e. Bi bîrdoziya ku bawerî pê nayê, dost nîn e, di heman riyê de naçe, weke van rojan, ji bo Rojhilata Navîn ji derveyî rûxîn, rondik, xwîn, koçberî, xizanî, dizî, tecawiz û derewê tiştek din bi xwe re neanî. Împaratoriya Osmanî, di dîrokê de tenê bi rûxandin û şer di bîra mirovan de ma. Osmaniyan di dema xwe de cezayê tiştên ku kirin kişandin.

Wezîrên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dijminên jinan in

Mirov dikare bibêje ku di roja me de li Sûriyeyê polîtîkayên ku DAIŞ û komên cîhadîst ên weke wê dimeşînin, bi xeyalên Osmanî şêwe digrin. Hedefa komên çete yên weke DAIŞ’ê ji cihên ku Osmanî lê şikestine, ji Minbic heta Qudusê herêmek ji nû ve dagir û îlhak bikin. Kesên ku îro li Şamê hikumeta demkî ava kirin ew in. Gelek wezîrên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dijminên jinan, çandan, komên netew û baweriyan in, ji endamên komên çete DAIŞ, El, Qaîde, El Nusra û yên yên din pêk tên. Rûyê xwe jêkin jî cilên taxim û kravatê jî xwe bikin, her kes, bi taybetî jin wan baş nas dikin. Niha piştî têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku kiryarên gelek xirab li dijî jinan kirin ango piştî serkeftinê, qaşo Ayşe El-Dibs a weke berpirsyara jinan hatiye nîşandan û ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye perwerdekirin dê çawa bikaribe jinan ji têkoşînê dûr bixe û ji wan bixwaze qadê ji çeteyên DAIŞ’ê re bihêlin? Ev hewldaneke tewş û vala ye. Ayşe El-Dibs ku bi gotina ‘şer qediya gelî jinan biçin malên xwe’ hewl dide jinan di malê de bigre, civakê li paş bixe, bi siyaseta xwe vekirî nîşan dide ku xizmetê ji DAIŞ’ê re dike. Ji jinan re dibêje biçin malên xwe zêdetir zarokên ku bibin çete bînin. Çeteyê DAIŞ’ê yê ku di sala 2015’an de li Idlibê di nava kolanê de du jinan bê heq û hiqûq qetil kir, îro bûye wezîr. Wezîrê karên derve, yek ji endamên komên çete yên DAIŞ’ê ye, serê mirovan jêkiriye. Serkêşê wan jî Colanî ye, hevalê herî nêz ê lîderê DAIŞ’ê Bexdadî ye.

Xeyalên DAIŞ’ê hîn jî didomin

Îro li Sûriyeyê Elewî, Xirîstiyan, Durzî, Kurd, Êzidî û Çerkez, ji aliyê van bermahiyên DAIŞ’ê, despotan ve hedef tên girtin. DAIŞ û komên çete yên weke wê, dibêjin ku qetilkirina van civakan wacib e. Em dibînin ku hê jî xeyalên DAIŞ’ê didomin. Gotina Erdogan a li Sûriyeyê “roj derket” bi vê ve girêdayî hatiye gotin. Xeyalên çeteyên DAIŞ’ê û Erdogan dişibin hev. Gelo kê dîtiye ku li ser kuştin û rûxandinê roj derketiye ku Erdogan û DAIŞ bibînin?

Gotineke li ser van axan tê gotin heye, dibêje: “Li axên me destpêkê jin ji xew şiyar dibin, dûre roj derdikeve lewre roj bi jinan hiltê.” Ev gotin pênaseya Êzidayetiyê dike. Rastiya ku di bin vê gotinê de ye, dîroka ku di li ser axê hê jî şopên wê hene, xwe bi jinan re digihîje vê rojê û vê bextewariyê vedibêje.

Şoreşa jinan a pêkhatî

Xeteke din, a neteweya demokratîk e, bihara gelan, şoreşa gelan û jinan a pêkhatî ye. Ev şoreş xwedî feraseta ku baweriyê ji xwediyên wan re dihêle, ji bo zarokan xeyalên mezin ava dike, dîrokê bi awayê herî rast û sade hînî wan dike, ekolojî û zanistê ji xwediyên wan ên rast re, ji civak û jinan re dihêle. Li dijî kodên olperestî, netewperestî û zayendperestî yên netew dewletê, bi jin û mêran, hemû civak bi ruhê şerê gelê şoreşger, bênavber şer kiriye, bi berxwedanên xwe, îmze avêtiye bin gelek serkeftinan.

Axa ku ji ber texrîbatên şerê desthilatdariyên pênc hezar salan birîndar bûye, bi çavkaniyên jiyanî av, hewa û enerjiyê, bi hezkirin, li gorî rêgezên welatparêziyê hewl hatiye dayîn ku were başkirin. Xwezaya ku baş bûye, di 12 salên dawî de, tevî hemû şeran jî ji keda gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re, ji girêdana wan a ji dil û can re bûye bersiv. Tevî hemû ambargoyan jî gel aboriya xwe ava kiriye, hilberandiye. Bi komunên gundan, kooperatîf, meclis û projeyên aborî xwe bi rêxistin kiriye, aboriya xwe li gorî pêdiviyên civakê bi pêş xistiye.

Pêvajoya ku dema genim dikeve axê dest pê dike, rewşa çêbûnê ye. Tovê ku bi axê re têkiliyeke sembiyotîk datîne, bi xwarina ku jê digre, aj dide, mezin dibe û vediguhere bereketê. Genim bi axê re civakên ku jê hez bikin û biparêzin ava dike. Ev hestiyarî, rewşa bihevrebûna cewher bi bedenê re, di heman demê de rewşa avabûna civakan jî pênase dike. Jin vê girêdanê herî baş dibîne, hîs dike û dizane loma di tevahiya dîrokê de dizanibûye vê pêvajoyê bi têkoşîn û ruhê şoreşê bigihîjîne heta îro.

Jinan çawa dîrokê heta îro anîbin, îro jî xwedî wê hêz, zanîn û îradeyê ne

Îro di vê wateyê de, helbest, wêje, huner, sînema û zimanê vê girêdanê, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zindî dihêle. Hêz û tegerên jiyanê,  li derdora jinan her dem di nava nêbûnê de ne, bê rawestan enerjiyek ku diherike û diafirîne hildiberînin. Pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya zindî, xwedî gelek çand û baweriyan, bi pêşengiya jinan xwe ava dike; tekane pergal e ku nêzî kokên Rojhilata Navîn e, bawerî dide, xwedî avakirina pêşerojê ye. Jinan çawa dîrokê heta îro anîbin, îro jî xwedî wê hêz, zanîn û îradeyê ne ku dikarin pêşengiyê ji bo pêşerojê bikin. Pergala neteweya demokratîk a bi pêşengiyan jinan ava bû, ruhê demê yê pergala konfederalîzma demokratîk herî rast fam kir.

Wisa xuya dike ku xeta “Jin Jiyan Azadî” wê bi ser bikeve!

Niha li Sûriyeyê vê xeta ku 12 sal in heye dê derfetên wê çawa werin pîvandin? Di encama xirabûnên ku hev daqurtandin de, Rojhilata Navîn ji rejîma BAAS, dîktatoriya Esed paqij bû. Niha du xet mane. Dê li Sûriye yan jî Rojhilata Navîn, kîjan ji wan bi serkeve. Dibe ku tercîha vê ji jinan re were hiştin. Bi têkoşîna jinan a her diçe mezin dibe re; jin bi helwesta li dijî kiryarên çeteyên DAIŞ’ê, li Şam, Suweyda, Laziqiye Humus, Heleb, Minbic, Reqa û Kobanê, nîşan didin ku ew ê li kîjan alî bin. Wisa xuya dike ku dê xeta “Jin Jiyan Azadi” bi serkeve!