Li Sûdanê rêxistinên femînîst Platforma Jinan a Al Sarira ava kir

Li Sûdanê komek rêxistinên femînîst wek pêngaveke nû di têkoşîna jinan de "Platforma Jinan a Al Sarira" ava kir.

MEYSA EL-QAZÎ

Xertûm- Platforma Al Sarira ya ji aliyê rêxistinên femînîst ên li Sûdanê ve hat avakirin, bi çalakiyekê hate danasîn. Di merasîmê de wêne û panelên plastîk ên ku ked û pirsgirêkên jinan radixe ber çavan hatin pêşandan, kermez jî hate lidarxistin û lansmana “Platforma Jinan a El-Sarira” hate nîşandan.

Di çalakiyê de kermesa ku bi hunerên destan, berhemên çerm û kevnar ên komek jinan hat vekirin eleqe dît. Di çalakiyê de du belgefîlm li ser aliyên cuda yên jiyana dayikên qurbaniyên Şoreşa Sûdanê hatin pêşandan. Her wiha behsa beşdarbûna jinên Sûdanê ya di nava siyasetê de hat nîqaş kirin.

'Armanca me yekirina tecrubeyên jinan e’

Aktîvîsta femînîst û berpirsa platformê Fîdaa Ashraf diyar kir ku armanca wan ew e ku bi rêya platformê sazî, rêxistin û însiyatîfên femînîst bên cem hev û wiha got: “Bi vê armancê em hewl didin ku xebatên li ser pirsgirêkên jinan zêde bikin û ji ezmûnên tevgera femînîst û ji pisporiya pêşengên wê zêdetir sûd werbigirin, hewildanan bikin yek Em dixwazin ji bo ferqa di navbera nifşan de bê girtin, li ser qadên hevpar li hev bicivin bi enerjiya nifşê nû siberojeke baştir ji jinan re biafirînin.”

Fîdaa Ashraf a dibejê, "Em ji bo peyama xwe bigihînin civakê û bi taybetî jî jinên civakê re xwe dispêrin hunerê " û got ku ji bo bigihêjin jinên malê, naskirina keda jinê ya di jiyana civakî de û têkoşîna siyasî û bigihînin ferqa mafên xwe li taxê pêşangehek gerok li dar xist.

‘Heya ku ji jinê re edalet nin bê civakek aştiyane ava nabe’

Seroka Yekîneya Tundiya li Dijî Jinê Selîmî Îshaq ku beşdarî çalakiyê bû bal kişand ser girîngiya misogerkirina edaletê ya ji bo jinan û wiha got: "Divê ev pirsgirêk bi veguhertina demokratîk re bibin yek. Civakên aştiyane bêyî ku edaletê ji bo jinan neyê avakirin, nayê avakirin. Hîn jî nikarin di asta bingehîn de li dijî xizaniyê şer bikin, dema di sermayeya beşerî de rewş wiha be em ê çawa pêşde biçin?"

Selîmî Îshaq diyar kir ku hûner dikare bibe amûreke cuda ya hişyarkirina rewşa heyî, mafên jinan û zimanekî ku bigihêje hemû gelan were bikaranîn.

Wênegir Hana Ebdilmecîd ku beşdarî pêşangehê bû, bal kişand ser girîngiya hûnerên dîtbarî ya di guhertina siyaset û civakan de û wiha axivî: "Ez bi pêşandana wêneyên xwe yên beşdarî pêşangeha Xertûm û Port Sûdanê ya beşdariya siyasî ya gelê Kurd nîşan dide, bûm.”