Meclisa Jinan a Sûriyeyê yekem çalakiya xwe li Ezazê li dar xist
Di panêla li bajarê Ezazê yê Bakur Sûriyeyê de beşdaran diyar kirin ku divê nêrîna jinan yek be, di hikumeta demkî de lobiya jinan were avakirin û li dijî nêrîna ku jinan biçûk dibîne têkoşîneke berfireh were meşandin.

Navenda Nûçeyan – Bi sernavê “Li Sûriyeyê kêşeyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin” li bajarê Ezazê yê dikeve aliyê bakur rojavayê bajarê Helebê, ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê ve panêlek hat lidarxistin. Di panêla ku ji gelek aliyên beşên bajar jin beşdar bûbûn de li ser zorî û astengiyên li pêşiya jinan axaftin hatin kirin.
Panêêe ku 5’ê Nîsanê hat lidarxistin, axaftina wê ya vekirinê ji aliyê çalakvana aştiya sivîl Arîfe El Mûsa ve hat kirin. Dûre endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Helebê Bêrîvan Horo li ser avabûn, armanc û xebatên meclisê axivî.
Endama meclisê Rewaa Bekîr, axivî û diyar kir ku civînên bi vî rengî bi taybetî di serdemên wiha de ji bo cihên jinan di nava civakê de û mekanîzmayên biryargirtinê de çêbibe girîng e.
Ruwa Bekir behsa fedakariya jinên Sûriyeyê di tevahiya dîrokê de kir û bi teybet berxwedana di salên krîzê de anî ziman û bal kişand ser biçûkxisitn, revandina bi darê zorê, kuştin û tecawiza li dijî jinan.
Ji dîrokê ve heta îro jinên peşeng hebûne
Rewaa Bekîr behsa pêşengên jin ên ji berê ve heta îro bi têkoşîna xwe derketin pêş kir û got ku tevî rejîmên totalîter ji bo van jinan bêdeng bikin, wan girtine û zextê li wan kirine jî şopeke baş hiştine.
Parêzvana mafên mirovan Refîf Zêdan diyar kir ku di panelê de li ser rola jinan, zoriyên ku rast tên û li dijî zoriyan têkoşîneke çawa divê were kirin nîqaşên dewlemend çêbûne û got: “Bal hat kişandin ku ger jin bigihîjin asta biryaran dê li ser rewşa li welat bandorên baş çêbibe. Divê jinên pêşeng destekê bibînin da ku bibin mînak ji yên din re û jinên din teşwîqê beşdariya warên jiyanê bikin.”
Girîngiya civînên bi vî rengî
Di dawiya panelê de jinên ku axivîn, bal kişandin ku divê civînên bi vî rengî yên li ser nêrînên jinan zêdetir bibin, di hikumeta demkî de lobiya jinan were avakirin, têkoşîn bi nêrîna biçûkdîtî ya li jinan re were kirin.
Beşdaran diyar kirin ku divê xebatên bi şîdeta li dijî jinan re û têkoşîna bi cudakariyê re her wiha xebatên ji bo zanînê bi riya medyayê ji bo parastina îmaja jinan werin kirin. Her wiha bal hat kişandin ku a girîng ew e ku aîdiyeta jinan bihêztir bibe û werin parastin.