Şerîfe Mihemedî: Divê em bi hêvî bijîn
Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî diyar kir ku 3 meh in hêzên Îranê nahêlin di girtîgehê de bi girtiyên din ên jin re were ba hev û got: “Vaye bihar hatiye û tu zivistanek wê heta hetayî berdewam neke divê em bi hêvî bijîn.”

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a Îranê dimîne û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, der barê pêvajoya dadgehkirina xwe û nêzikatiyên rejîma Îranê de peyamek parve kir.
Şerîfe Mihemedî di peyama xwe de diyar kir ku berpirsên girtîgeha Lakanê di roja jidayikbûna wê de jê re ragihandine ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û wiha got: “Di dema lêpirsînê de di bin îşkenceyê de xwestin ez îtirafên hatine nivîsîn îmze bikim. Lê min nepejirand, ji ber wê careke din hatim îşkencekirin, zirarê dan rûyê min.”
Şerîfe Mihemedî di berdewamiya peyama xwe de ev tişt got: “Piştî hatim îşkencekirin û serûçavên min reş û şîn bûn, sê mehan ez xistim hucreya yek kesî nebirin ba jinên din ên li girtîgehê. Di wê demê de min 14 kîlo da. Sedema cezakirina min ew e ku zêdetirî 10 sal in endama komîteya hemahengî û alîkariyê me bi sazî û rêxistinên karkeran re. Min hemû çalakiyên xwe bi awayekî eşkere kirine.”
‘Piştî zivistanê bihar tê’
Şerîfe Mihemedî di dawiya peyama xwe de ev tişt got: “Ez heta niha jî nizanim min çi tawan kiriye ku vê cezayê li min birîn. Lê careke din bihar hatiye û tu zivistan wê heta hetayî berdewam neke. Nabe mirov di nava xem û perîşaniyê de bijî û çok bitewîne. Divê mirov bi hêvî bijî.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî ya 45 salî xelkê bajarê Urmiyeyê ye û li bajarê Reşd niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Lê careke din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa duyem a Dadgeha Şoreşê ya Reşdê, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hat pejirandin.