Li Sûdanê jineke ducanî ji aliyê hevjînê xwe yê leşker ve hat kuştin
Di mehên dawî de li Sûdanê tundiya navmalî û bêewlehî zêde bûye. Êvara roja Pêncşemê, li rojavayê Sûdanê leşkerekî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) hevjîna xwe ya ducanî kuşt û piştre bi alîkariya cîranan cenazeyê wê veşart.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê di mehên dawî de diyardeya tundiya navmalî zêde bûye. Her wiha di warê ewlehî û saziyên dadweriyê de qelsbûnek berbiçav heye; ev rewş jî dibe sedem ku raporên der barê kuştin û êrîşên giran ên di nava malbatan de zêde bibin.
Bi guleya hevjînê xwe yê leşker jiyana xwe ji dest da
Êvara roja Pêncşemê, li taxa Musiya ya li başûrê Niyala yê rojavayê Sûdanê, jineke ducanî piştî nîqaşeke devkî bi hevjînê xwe yê ku leşkerekî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bû, hat gulebarankirin. Gule li ser û singê wê ketin û beriya ku bigihîje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Bêdengiya li hmberî sûcdaran û zewacên bi zorê
Jina ku hatiye kuştin, dema ku RSF’ê bajar kontrol kiribû li Wad Madanî ya Eyaleta El-Cezîrayê bi sûcdar re zewicîbû, sûcdar ew bi zorê biribû Niyalayê. Ji ber ku Niyala herêmeke di bin kontrola RSF’ê de ye, polîsên herêmî tu tedbîrên qanûnî li dijî sûcdar negirtin.
Cenazeyê wê veşartin
Derengiya şevê, bi alîkariya cîranekî xwe sûcdar şeş demjimêr piştî mirinê wê veşart. Li gorî raporên nûçeyên herêmî, gelek endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn di dema kontrola van herêman de bi jinên ji eyaletên El-Cezîra, Sennar û Xartûmê re zewicîne. Piştî ku artêşa Sûdanê hinek beşên van eyaletan ji nû ve bi dest xistin, hinek ji van leşkeran wan jinan bi xwe re birin Niyala û bajarên din ên Darfûrê.