Li Sûdanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne gihîşt 950 hezarî

Hejmara kesên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn a paramîlîter ên li Sûdanê de ji cih û warên xwe bûn, gihîşt 950 hezarî.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de ku 15ê Nîsanê dest pê kiribûn li Sûdanê berdewam dikin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji destpêka şer û vir ve 736 hezar û 200 kes li nava welêt koçber bûne. Nêzîkî 200 hezar kes penaberî welatên cîran bûne.

Ji kesên malên xwe terikandine 450 hezar zarok in. Bi deh hezaran kesên ku berê xwe spartibûn Sûdanê jî vegeriyan welatê xwe. Piraniya koçberan xwe spartin eyaletên El Cezîre û El Kadarîf.

Ji bo ku li Sûdanê şer û pevçûnên ku di navbera artêş û HDK'ê de berdewam dikin rawestin, li Ceddaya Erebîstana Siûdî di navbera aliyan de muzakere hatin kirin. Di encama hevdîtinan de di 11’ê Gulanê de “Deklarasyona Cîddê” hat îmzekirin. Di danezana ku di encama muzakereyên ku di bin navbeynkariya DYA û Erebîstana Siûdî de hatin îmzekirin de, hat diyarkirin ku dê alî ji her êrîşeke ku zirarê bide sivîlan dûr bisekinin û hat balkişandin ku ji bo her du aliyan jî berjewendiya gelê Sûdanê girîng e.