Ji bo meclisa nû 120 jin hatin hilbijartin

Yek ji encamên hilbijartina 14’ê Gulanê ya ku balê dikşîne jî hejmara jinên ku ketin meclisê ye. Ji 600 parlamenteran tenê 120 jin in.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartina parlamento û serokomariyê ya ku di 14’ê Gulanê de pêk hat hê encamên wan baş zelal nebûne. Yek ji mijarên girîng jî hejmara parlamenterên jin bû. Li gorî daneyên heyî li Tirkiyeyê ji 600 wekîlan tenê 120 jin in, Ev hejmar her çiqas ji aliyê jinan ve bes neyê dîtin jî, dikare were gotin ku di dîroka Tirkiyeyê de hejmara herî zêde ye.

Di dîroka Tirkiyeyê e cara pêşîn di 7’ê Hezîrana 2015’an de hejmara jinan zêde bûbû. 97 jin hatibûn hilbijartin û ji wan 32 parlamenterên HDP’ê bûn. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, hejmara parlamenterên jin kêm bû. Di hilbijrtina 1’ê Mijdara 2015’an de 81 jin hatin hilbijartin. Piştî 24’ê Hezîrana 2018’an li meclisê 101 parlamenterên jin hebûn. Tirkiye, di rêjeya jinên parlamenter de li cîhanê di nava 192 welatan de di rêza 117'an de bû. Li Ewropayê jî di nava 37 welatan de ji dawiyê ve di rêza sêyem de bû.

Partiya Çepa Kesk li pêş e

Di hilbijartinên 2023’yan de jî Partiya Çepa Kesk bi 270 namzedan ket hilbijartinan. Ji 62 parlamenteran 31 jê jin in. Li 8 bajaran jin di rêza 1’em de hatin nîşandan. Jinên ku hatin hilbijartin dê li meclisê bajarê xwe temsîl bikin.

Li gorî partiya hejmara jinan

Di desthilatdariya AKP-MHP’ê û CHP-ÎYÎ Partiyê de jî hejmara jinan balê dikşîne. AKP’a ku 266 parlamenteran bi dest xist 50 parlamenterên jin şand meclisê. CHP’a ku jê dihat xwestin pergala Fermuarê bipejirîne û di warê nûnertiya jinan de girseya wê zextê lê dikir jî dê bi 30 parlamenterên jin li meclisê be. ÎYÎ Partiya ku bi tevahî 44 parlamenteran bi dest xist 6 ji wan jin in. MHP’a ku 50 parlamenteran bi dest xist, 3 ji wan jin in. TÎP’a ku ji bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de ket hilbijartinê 4 parlamenter bi dest xist, 1 jî jin e.

Bajarên ku wekîlên jin dernexistin

Li Semsûr, Aksaray, Amasya, Erdaxan, Artvîn, Bayburt, Bîlecîk, Çewlig, Bolu, Burdur, Çanakkale, Çorum, Xarpêt, Erzincan, Gumuşxane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kirklarelî, Kirşehîr, Kîlîs, Kutahya, Nîgde, Ordu, Rîze, Sînop, Tokat, Uşak, Yozgat û Zonguldakê heta niha li gorî daneyan tu parlamentera jin nehatiye hilbijartin.